Li Tirkiyeyê rêjeya hevjiniyê di sala 2023an de daket

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Saziya Amarên Tirkiyeyê (TÛÎK) eşkere dike ku rêjeya hevjiniyê di sala 2023an de li gor sala 2022an ji sedî 1.8 kêm bûye û daketiye 565 hezar û 435an. Welatiyên Tirkiyeyê diyar dikin ku, bihabûna xercên hevjiniyê û debara jiyanê pêkanîna hevjiniyê jî asteng kiriye. Lê lêkolînerên civakî wekî welatiyan nahizirin û li gor wan, pirsên aboriyê bo hevjiniyê ne asteng e, belkî rêxweşker e. Du kes daku bikarin bijîn neçar dimînin jiyana xwe bikin yek û amarên TÛÎKê jî gelek pirs û xalên nediyar lixwe digrin.

Saziya Amarên Tirkiyeyê (TÛÎK) eşkere dike ku, rêjeya hevjiniyê sala par li gor pêrar ji sedî 1.8 kêm bûye û daketiye 565 hezar û 435an. Welatî jî di wê baweriyê de ne ku sedema sereke ya vê encamê bihabûna xercên hevjiniyê û debara jiyanê ye.

Welatî: “Çar kurên min hene, her çar jî zigurd in. Yek ji wan jî hevjiniyê nekirin. Ji ber pirsên aboriyê ditirsin bizewicin.”

Welatî: “Ji sedî 90, ji ber pirsên aboriyê xelk nikarin hevjiniyê bikin. Li welatekî ku mûçeya herî kêm 18 hezar lîre û heqê kirêyan jî 20-25 hezar lîre be, dê xelk çawa hevjiniyê bikin?”

Lêbelê lêkolîneren civakê berevajî welatiyan dihizirin û didin zanîn ku, pirsên aboriyê bo hevjiniyê rêxweşker in ne asteng. Ji ber nezelaliya lêkolîna TÛÎKÊ jî, ew nikarin sedemeka mîsoger bo kêmbûna hevjiniyê destnîşan bikin.

Civaknas Ozgûr Aktûtûn dibêje: “Rast e, belkî debara jiyanê û xercên hevjiniyê biha bûne. Lê ji alîkî din ve hevjînî yekkirina aboriyê ye. Malbat dibin yek û mekanîzmayên hevkariyê zêde dibin. Lewma mirov nikare şîrovekeye diyar a aboriyê bo vê pirsê bike.”

Di lêkolîna TÛÎKê de amareka balkêş jî li ser hejmara cidabûnê ye û li gor wê saziyê, sala borî kesên ji hev cida bûne ji sedî 5.7 kêm bûye.