Dildarên Zimanê Kurdî: Îsal nêzîkahiya bo zimanê kurdî ji sala borî zêdetir e

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Ji aliyê rêxistinên zimanê Kurdî yên Bakurê Kurdistanê ve hat ragihandin ku li gorî daneyên ji dibistanan hatine sitandin, nêzîkahiya bo waneya bijarê ya zimanê Kurdî îsal li gorî sala borî zêdetir e û mamostejî balê dikêşin ku xwendekar dixwazin hemu qadên jiyanê de zimanê xwe bikar bînin.

Yekîtiya Dildarên Zimanê Kurdî ya ku helmetek berfireh bo bijartina Waneya Bijare ya Zimanê Kurdî li dar xistibû daneyên destpêkê yên waneya bijare ya zimanê kurdî parve kir. Li gorî daneyên ji aliyê Yekîtiya Dildarên Zimanê Kurdî ve ji dibistanan hatine berhevkirin li Mêrsînê ji 6 hezarî zêdetir û li Çewligê jî ji 7 hezarî zêdetir serîlêdan bo waneya bijare ya zimanê kurdî çêbuye. Rêveberên Yekîtiya Dildarên Zimanê Kurdî dibêjin wisa bidome dê peywirdarkirina mamosteyan jî zêdetir bibe.

Rêveberê Yekîtiya Dildarên Zimanê Kurdî Mahmet Saît Ozturk ji K24ê re got: “Li gorî sala borî eleqe zêdetir e, Li çewligê derdora 7 hezarî û li Mêrsînê derdora 6 hezar an jî 6 hezar û 500î serîlêdan heye ku hijmara mamosteyan jî her ku diçe zêdetir dibe.”

Mamoste jî derbarê zêdebuna eleqeya bo waneya bijare ya zimanê kurdî de dibêjn girîng û hêja ye û balê dikêşin ku bi teybetî dema xwendekar dibînin mamosteyên wan bi kurdî diaxifin bêhtri giringiyê didin ziman û dixwazin zimanê wan hemu qadên jiyanê de were bikaranîn.

Mamoste Mehmet Gurbuz dibêje: “Dixwazin zimanê kurdî di medyaya civakî de, di helbestan de, di stranan de di her alî de were bikaranîn ku ev yek dê ziman pêş bixe û her wiha malbat jî vê yekê dixwazin.”

Îsal hem rêxistinên ziman helmetek bibandor kirin, hem jî pêvajoya serîlêdanê rastî pêvajoya bangeşiya hilbijartinan hat ku gelek partiyan behsa waneya bijare ya zimanê kurdî kirin û ev yek bu wesîle serîlêdan ji sala borî zêdetir bibin.