IRNA: Li bajarê Bender Abbas di parzûngeheke petrolê de teqînek rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê “IRNA” ragihand, li parzûngeheke petrolê ya li başûrê Îranê teqînek rû da û çend kesan canê xwe jidest da.

Ajansa IRNA îro 7ê Adarê belav kir, di encama teqîna li parzûngeheke petrolê a Bender Abbas de, çend kesan canê xwe jidest dan.

Çavkaniyekê ji heman ajansê re ragihand, teqîn piştî agir bi parzûngeheke petrolê li Bender Ebasê ket, rû da.

Ji aliyekî din ve, Kompanyaya Parzûnkirina Neftê ya Aftab ragihand, bûyera teqînê asayî bûye û ti kes nemiriye.