Partiya Komunîsta Kurdistan piştgiriya DemPartiyê dike

Endamên Partiya Komunîsta Kurdistan
Endamên Partiya Komunîsta Kurdistan

Diyarbekir (K24) - Partiya Komunîsta Kurdistan li Diyarbekirê ragihand ku ew dê wek partî di hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê de werin lidraxisitin de piştgiriya DemPartiyê bikin.

Partiya Komunîsta Kurdistan li Diyarbekirê derbarê helwesta xwe ya hilbijartinên şaredariyan de civîneke çapemeniyê li dar xist.

Di civînê de daxuyaniyek hat xwendin û di daxuyaniya ji aliyê Berdevkê Partiya Komunîsta Kurdistan Nusret Maçîn ve hatî xwendin de hat ragihandin ku dê Partiya Komunîsta Kurdistan di hilbijartinên şaredariyan de piştgiriya DemPartiyê bike.

Partiya Komunîsta Kurdistan di hilbijartinên 2019ê yên şaredariyan de piştgiriya HDPê kiribû û di hilbijartinên 2023yê yên parlementoyê de jî piştgiriya Partiya Çepên Kesk kiribû û Serokê Giştî yê Partiya Komunîsta Kurdistan Sînan Çîftyurek ji Wanê bûbû parlementerê Partiya Çepên Kesk ku niha Parlementerê DemPartiyê yê Wanê ye.