Herêma Pîşesaziyê ya Diyarbekirê giringiyê dide Herêma Kurdistanê

Rêveberiya Herêma Pîşesaziya Organîze ya Diyarbekirê
Rêveberiya Herêma Pîşesaziya Organîze ya Diyarbekirê

Diyarbekir (K24) - Rêveberiya Herêma Pîşesaziya Organîze ya Diyarbekirê di civîneke çapemeniyê de ragihand ku Herêma Kurdistanê bo aboriya Diyarbekirê gelek girîng e, her wiha piştî hilbijartinan dê kompaniyên Fransa, Herêma Kurdistanê û Îranê li Diyarbekirê veberhênanê bikin.

Serokê Herêma Pîşesaziya Organîze ya Diyarbekirê Mustafa Fîdan di civîna çapemeniyê ya di Cemiyeta Rojnamevanan de hatî lidarxistin de da zanîn ku, kompaniyek fransî ya bi navê Weber dê li Dyarbekirê veberhênanê bike û ji vê veberhênanê jî Diyarbekir dê di warê dabînkirina kar de sudê werbigre.

Her wiha Mustafa Fîdan got, hinardeya Diyarbekirê ya li gel Herêma Kurdistanê bo Diyarbekirê gelek girîng û hêja ye.

Fîdan da zanîn ku Herêma Pîşesaziyê ya Diyarbekirê a Organîze 33 sal in xizmetê dide û di 400 fabrîqeyan de 20 hezar kes dişixulin û dê bo veberhênerên dixwazin werin Diyarbekirê qada 5. jî ava bikin.

Serokê Herêma Pîşesaziya Organîze ya Diyarbekirê derbarê dubare destpêkirina geştên rasetrast ên Hewlêr û Diyarbekirê de jî amaje kir, ji ber ku karsazan di deriyên sînorî de gelek wext derbas dikirin, geştên rasterast ên asîmanî girîng û hêja ne, herwesa bang kir ku bila seetên geştê serê sibê û şev bin da ku karsaz bikaribin karê xwe bikin.