Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê: Em li hember êrîşên li ser nivîsîngehên ENKSê dilgiran in

Yek ji dîmenên êrîşên li ser nivîsîngehên ENKSê
Yek ji dîmenên êrîşên li ser nivîsîngehên ENKSê

Navenda Nûçeyan (K24) - Di derheqa êrîşên li ser nivîsîngehên ENKSê li Rojavayê Kurdistanê de, Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê peyamekê li ser tora civakî ya Xê belav dike ku tê de hatiye, “Em li hember êrîşên li ser nivîsîngehên ENKSê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dilgiran in”.

Di derheqa êrîşên li ser nivîsîngehên ENKSê li Rojavayê Kurdistanê de, Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê îro (Înî, 08.03.2024) peyamek li ser tora civakî ya Xê belav kir û tê de dilgiraniya xwe li hemberî wan êrîşan diyar kir.

Ev jî deqê peyama Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê ye:

Em li hemberî raportên berdewam ên girêdayî êrîşên li ser nivîsîngehên Encûmena Niştînmanî ya Kurd li Sûriyeyê ENKSê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê hest bi dilagiraniyê dikin û em daxwaza rawestandina bilez a van êrîşan dikin. Herwesa em bang li tev aliyan dikin ku tevlî danûstandinên aştiyane bibin ji bo pêkanîna daxwaz û armancên gelê Sûriyeyê bê tundîtîjî.

Peyama Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê
Peyama Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê bi zimanê Erebî

Li vê dawiyê çend caran ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a girêdayî PKKyê ve êrîşî nivîsîngehên Encûmena Niştînmanî ya Kurd li Sûriyeyê ENKSê hat kirin.

Roja 01.03.2024 jî, Ciwanên Şoreşger êrîş kir ser çalakiyeke Encûmena Niştînmanî ya Kurd li Sûriyeyê ENKSê, ku girêdayî salvegera koça dawiyê ya Barzaniyê Nemir bû, û sivkatî bi alaya Kurdistanê û sembola Kurdan kir, herwesa kelûpelên nav nivîsîngeha ENKSê jî şêwandin.