CHP: Divê Burcu Koksal ji gelê kurd û Dem Partiyê lêborîna xwe bixwaze

Diyarbekir (K24) – Rêveber û berpirsiyarên rêxistinên jin û ciwanan ên Partiya Komarî ya Gel CHPê yên şaxa Diyarbekirê, li Qada Şêx Seîd civiyan û li ser gotinên namzeda Şaredariya Afyonkarahîsarê ya CHPê ku li dijî Dem Partiyê kiribû, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de bertekên tund hatin nîşandan û hat xwestin ku ew jin ji partiyê bê dûrxistin.

Di daxuyaniya CHPê ya li Diyarbekirê hat dayîn de Serokê CHPê yê Şaxa Diyarbekirê Abdullah Atîk axivî. Serokê Şaxê, bertekên tund nîşan da û wiha got: “Mixabin, namzeda me ya Afyonkarahîsarê Burcu Koksal, daxuyaniyeke ne di rê de da. Em partiya gelan in. Bi Tirkan, bi Kurdan, bi Lazan, bi Çerkezan, em partiya qewiman in. Em hembêza xwe ji bo her kesî vekirî dihêlin. Ji bo vê em bang li navenda CHPê dikin û dibêjin ku cihê mirovên wiha bê hed û xwenezan di nav vê partiyê de tuneye.”

Abdullah Atîk got jî: “Em demildest îxraca wan dixwazin. Hîn me daxuyaniyên Boluyê hezim nekiribû, vê daxuyaniyê birînên giran di nav me de vekirin. Ji ber vê divê ev jina bêhed demildest ji partiya me, ji gelê Kurd û ji Dem Partiyê lêborîna xwe bixwaze. Lewra di nav partiya me de demokrasî, wekhevî û mafên mirovan hene. Hebûna kesên wiha dê partiya me birîndar bike, dê gelê me birîndar bike.

Amaje bi wê jî kir: “Em nikarin derkevin derve, her kes ji me hesabê dipirse. Di vê pêvajoya hilbijartinê de li gorî min ev daxuyanî ne jixweber e, proje ye û xizmeta hinekên din dike. Îro 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ye. Mixabin ev a ku van daxuyaniyan daye jin e û ez roja wê ya jinan pîroz nakim.”

Ev daxuyanî piştî wê tê, berî du rojan, namzeda Şaredariya Afyonkarahîsarê ya CHPê di bangeşiya xwe de gotibû ku “Dema ku ez werim hilbijartin, ji bilî Dem Partiyê, dê deriyên şaredariya me ji hemû partiyên siyasî re vekirî be…”

Li ser vê yekê jî Serokê Giştî yê CHPê jî di nav de gelek bertek li dijî van gotinan hatibûn nîşandan. Her wiha Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî bertek nîşanî van gotinan dabû û gotibû ku “Yên ku wiha bibêjin, an dê ji xwe re karekî din peyda bikin an jî dê ji xwe re partiyeke din bibînin.”