PDK-T: Em naçin ser sindoqan û dengên xwe bi kar nayînin

PDK-T bang li hemû partiyên Kudistanî dike ku tifaqa mayînde ya hilbijartinan çê bikin
PDK-T
PDK-T

Diyarbekir (K24) - Ji bo hilbijartinên şaredariyan ên ku dê di 31ê Adarê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bên kirin, Partiya Demokrat a Kurdistan a Tirkiyeyê PDK-T biryara xwe ragihand. Li gorî biryara ku ji meclîsa PDK-Tê hat ragihandin, ew dê neçin ser sindoqan û dengên xwe bi kar neynin. Her wiha bang li hemû partiyên Kurdistanî jî hat kirin ku piştî van hilbijartinan bicivin û tifaqeke mayînde ya hilbijartinan çê bikin.

Meclîsa Partiya Demokrat a Kurdistan a Tirkiyeyê, îro (Yekşem, 10.03.2024) li ser siyaset û rojeva Kurd û pêvejoya hevkariya hilbijartinên borî û yên ku bên civîneke dorfireh kir. Di encamnameya civînê de hat ragihandin ku, armanca yekemîn a partiyên siyasî ew e ku di welatê xwe de mafê rêveberiyê bi dest bixê yan jî bibe hevparê rêveberiyê û ew jî li ser vê esasê xebatên siyasî dimeşînin.

Her wiha hat diyarkirin partiyên Kurdistanî yên ku ji ber dijberiya li Anatolyayê nikarin xwe bi rêxistin bikin, divê bi partiyên ku mafê ketina hilbijartinan wergirtibe re hevkariyê bikin û bi vê pêşniyazê re jî qala tifaqa hilbijartinên 2019an a bi HDPê re hat kirin û bi berdewamî wiha hat gotin:

“PDK-T di hilbijartinên 2019an ên şaredariyan de bi HDPê re bi vê armancê hevkariya hilbijartinê çe kiribû û şaredariya Çinara ser bi Diyarbekirê ve bi dest xistibû da ku ev tifaq ji bo partiyên Kurdistanî bibe mînak. Di dema hilbijartina 2023yan de ku YSP di hevkariya hilbijartina parlamanê de bi partiyên çepgir ên Tirkan re TIFAQA KED Û AZADÎyê ava kir, hevkariya partiyên Kurdistanî ya 2019an betal kirin. PDK-T di vê tifaqa nû de cih negirt û sedem jî ew bû ku rihê tifaqa 2019an û nûnertiya hemû partiyan wekî hev nebû. Lê me PDK-T ji derve piştgiriya tifaqa nû kir. Dem Partî jî di hilbijartinên heremî yên 31ê Adara 2024an de bi TIFAQA KED Û AZADÎ re helwesta xwe berdewam kir. Ew rih û coşa pêwîstiya Kurdan ku di 2019an de çê bûbû, di vê hilbijartinê de li ber xwe neda. Partiyên Kurdistanê li derveyî tifaqê man. Em vê dizanin û di bala me de ye ku DEM Partî di pêvejoyeke dûr û dirêj di siyaseta xwe de berdêlên mezin dane û di biryarên xwe de mafdar e û wê girê dide.

Meclîsa partiyê di derbarê nirxandina van rûdanan de biryar da ku neçe ser sindoqan û dengê xwe bi kar neyne. Her wiha pêşniyar dike ku divê partiyên Kurdistanî piştî hilbijartinên 2024an demlidest, ligel hev têkiliyan çê bikin û ji niha ve tifaqa hilbijartinan ava bikin.”