Piştîwan Sadiq: Sibe roja yekê ya meha Remezana pîroz e

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Ewqafê û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Heyv hat dîtin û sibe (Duşem, 11.03.2024) roja yekê ya meha Remezana pîroz e”.

Wezîrê Ewqafê û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq (Yekşem, 10.03.2024) di konfiranseke rojnamevanî de ragehand, “Îro Lijneya Dîtina Heyvê ya Wezareta Ewqafê û Karûbarên Olî bi hevahengî bi lijneyên me yên lawekî re li parêzgehên Herêma kurdistanê û îdareyên serbixwe ji bo diyarkirina roja yekê ya meha Remezana pîroz civiya”.

Wezîrê Ewqafê herwesa got, “Piştî piroseyeke hûr a çavdêrîkirinê, diyar bû ku heyv bi belgeyên şer’î hatiye dîtin, lewma Lijneya Bala ya Dîtina Heyvê li dû belgeyên şer’î radigehîne ku sibe (Duşem, 11.03.2024) roja yekê ya meha Remezana pîroz e”.

Wezîrê Ewqafê pîrozbahî li Misilmanên cîhanê û Kurdistanê kir û got, “Xudayê mezin vê meha pirî dilovanî bike sedema aramiya dilên me û anîna xweşî û tenahiyê ji bo tevaya mirovahiyê”.

Her îro êvarê Erebistana Siûdiyê, Qeter û Îmaratê jî biryar da ku sibe (Duşem, 11.03.2024) roja yekê ya meha Remezanê be.