Rakan Ciborî Erebên aware û hawirde wekî welatiyên resen ên Kerkûkê binecih dike

Kerkûk
Kerkûk

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê sepandî yê Kerkûkê biryareke din di berjewendiya berdewamîdana bi piroseya Erebîkirina bajarê Kerkûkê de derdixe û nivîsarekê pêşkêşî navendên îdarî û ewlehiyê yên wî bajarî dike, tê de daxwaz dike dawiyê li navanîna aware li wê parêzgehê bînin.

Parêzgerê sepandî yê Kerkûkê Rakan Ciborî bi nivîsarekê Erebên aware û hawirde wekî welatiyên resen ên Kerkûkê binecih kirin û daxwaz ji tevaya dezgehên parêzgeha Kerkûkê kir ku, wekî akinciyên resen ên wê parêzgehê sererî bi wan welatiyan re bê kirin û herwesa ragehand, “Tevaya wan kesên li sinorê wê parêzgehê binecih in belgeyên wan li fermangehên wê parêzgehê hatine tomarkirin, êdî ew ne aware ne û xelkê resen ê Kerkûkê ne”.

Li dû nivîsara hejmar 734 ya roja 5ê Adara 2024ê ku îmzaya Parêzgerê sepandî yê Kerkûkê Rakan Ciborî li ser e û pêşkêşî Qayimqamî û Fermandeya Polîsan û Birêveberê Giştî yê Perwerdeyê û Birêveberê Koç û Koçberan û rêkxistinên navdewletî û navxweyî yên Kerkûkê hatiye kirin, her welatiyekê akinciyê Kerkûkê ku belgenameya fermî ya derxistî ji fermangehên wê parêzgehê hebe wekî aware û koçber nayê hesiabndin.

Parêzgerê sepandî yê Kerkûkê di wê nivîsarê de ew kar bi wê behaneyê kiriye ku, pareke karnameya Hikûmeta Îraqê û Serokatiya Civata Wezîrên Îraqê ye ji bo daxistina doza awareyan û civîna roja 5ê Adara 2024ê li dîwana parêzgeha Kerkûkê ku ji bo wê meremê civiyabûn.

Herwesa Ciborî tekez kir, “Welatiyên akinciyên navendên parêzgeh, qeza, nahye û gundan xelkê Kerkûkê ne ku belgenameyên wan ên fermî ji fermangehên Kerkûkê derkeftibin, wekî aware û koçber nayên hesiabdnin û li her dereke wesa binav kiribin dê li fermangehên dewletê û rêkxistinan bê jêbirin”.

Manaya vê yekê jî ew e ku ew Erebên heta niha di piroseya Erebîkirinê de hawirdeyî wî bajarî hatine kirin û destê xwe danaye ser deverên Kurdan rewatî dê li ser axa wî bajarî pê bê dan.