Nivîsgeha PDK-Sê li Girkê Legê jî hat şewitandin

Girkê Legê
Girkê Legê

Navenda Nûçeyan (K24) –Piştî Kobanê, Dirbêsiyê, Amûde û Dêrikê, nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) li Girgê Legê jî hate şewitandin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) ragihand, derengiya şeva borî ofîsa wê li bajarokê Gerkî Legê yê ser bi Dêrikê ve, ji aliyê çekdarên PYDê ve hat şewitandin û ziyanên madî gihîştiyê.

Ev yek piştî wê tê, di çend rojên borî de, ofîs û nivîsgehên PDK-S û ENKSê li Kobanê, Dirbêsiyê û Amûde û Dêrikê jî rastî êrîşan hatibûn û hatibûn şewitandin.

Serokê Nivîsîngeha Karûbarên Xwecihî yên ENKSê Neşet Zaza duhî derbarê şewitandina nivîsgehên PDK-Sê de ji K24ê re gotibû: “Ev kiryar nakevin xizmeta çi kesekî, ji bilî xizmeta dijminên miletê Kurd. Ciwanên Şoreşger bi dehan caran kiryarên wiha li ber çavên asayîşa kirine, lê asayîşê çi tiştek nekiriye û li pêşiya van kiryaran nebûye rêgir”.

Her di vê derbarê de jî Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê roja 8ê Adarê peyamekê li ser tora civakî ya “X” belav kir û tê de got, “Em li hember êrîşên li ser nivîsîngehên ENKSê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê dilgiran in”.