Pêncwîn.. ji ber teqîna mînekê welatiyekî canê xwe ji dest da

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber teqîna mînekê li çiyayê Asin Kolên ê qezaya Pêncwînê, welatiyekî canê xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Li dû zanyarên Tîmên Hawarhatinê yên Pêncwînê, nîvroya îro (Duşem, 11.03.2024) ji ber teqîna mînekê li çiyayê Asin Kolên ê qezaya Pêncwînê, welatiyekî canê xwe ji dest da û yek jî birîndar bû û ji bo Nexweşxaneya Şar a Silêmaniyê hat veguhastin.

Ev jî rûdana duyê ya teqîna mînan di dema du rojan de ye. Duhî jî (Yekşem, 10.03.2024) Berdevkê Fermandeya Navçeya Yekê ya Hêzên Zêrevanên Sinorî Samî Îsmaîl di kongireyekî rojnamevanî de ragehand, “Ji ber teqîna mînekê, sê zêrevanên fermdeya me canê xwe ji dest da, ku piştî pakijkirina zeviyan ew mîn hatibûn komkirin, ji bo ku hatiban pûçkirin anîbûn bingeha serekî ya fermandeya me”.

Cîgirê Serokê Dezgeha Giştî ya Mînan Niyaz Xalid jî roja 6ê Sibata 2024ê ji K24ê re ragehandibû, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê razîbûna xwe li ser xerckirina 750 milyon dînaran ji bo her sal diyar kiriye, ji bo kirêkirina erebe û hatinûçûna tîman ji bo zeviyên mînan û 761 girêbestên karmendên zeviyan û mînhelgirên nû, lewma jî li sala 2024ê dê helmeteke mezin di wî warî de bê kirin”.

Cîgirê Serokê Dezgeha Giştî ya Mînan herwesa ron jî kiribû, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê li sala 2023ê sê milyar û 800 milyon dînar ji bo pirojeyên berdewam ên Silêmaniyê terxan kirine, ku îsal dê biçin di warê bicihanînê de”.

Niyaz Xalid eşkere jî kir, “35 tîm ji bo hilgirtina mînan ji deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê kar dikin û li ser piroseya rahênanan û bilindkirina astê tîman jî berdewamin, ji bo ku bikarin karên xwe bi awayekî baş bikin”.

Desteya Giştî ya Karûbarên Mînan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di du salên borî de (2022 û 2023) 41 hezar û 854 metrên ducarkî, ku ji 49 zevî û pênc şergehan pêk hatiye, ji mînan pakij kirine.