Bernameya Newrozê ya Diyarbekirê hat eşkerekirin

Bernameya Newrozê ya Diyarbekirê hat eşkerekirin
Bernameya Newrozê ya Diyarbekirê hat eşkerekirin

Diyarbekir (K24) - Piştî eşkerekirina deklaresyona Newroza 2024an, Diyarbekir jî di nav de bernameyên hemû bajarên ku dê Newroz lê bê pîrozkirin hatin eşkerekirin.

Di bernameya pîrozbahiya Newroza Diyarbekirê de, hunermend Emel Mathlouthi ya ku bi sirûda xwe bûbû sembola Şoreşa Tunisê jî cihê xwe digire.

Bi nêzîkbûna Newroza 2024an re, komîteyên amadekar ên pîrozbahiyên Newrozê ragihand ku dê 57 şahiyên navendî û bi sedan şahiyên cihêreng bên lidarxistin.

Li gorî bernameyê, pîrozbahiyên Newrozê di 15ê Adarê de ji navçeya Depê ya Xarpêtê dest pê dike û di 21ê Adarê de li Diyarbekirê bi dawî dibe.

Di bernameyên Newrozê de siyasetmedarên Dem Partî û pêkhateyên wê jî li van herêmên şahiyê belav dibin û dê di hemû bernameyan de hem siyasetmedar hem jî hunermend cihê xwe bigirin.

Li gorî bernameya Diyarbekirê jî, hunermend Emel Mathlouthi, ya ku strana wê di Şoreşa Tunisê de bûbû sirûd û ji ber vê jî nav û dengê wê li cîhanê belav bûbû, di pîrozbahiya Newroza Diyarbekirê de cihê xwe digire.

Her wiha hat ragihandin ku Hevserokê Dem Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk DBPê Çigdem Kiliçgun Uçar û Parlamenterê Dem Partiyê yê Diyarbekirê Berdan Ozturk wekî siyasetmedar beşdarî Newroza Diyarbekirê dibin û hunermendên wekî Mîkaîl Aslan, Arhat, Faraj Alî Pour û Xezel Mistefa jî dê wekî hunermend li ser dika Newrozê cihê xwe bigirin.