Pişka hêzên Pêşmergeyan di budceya Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê de ji bo sala 2025ê tê eşkerekirin

Pêşmerge
Pêşmerge

Navenda Nûçeyan (K24) - Îdareya Biden pêşniyar kiriye ku Kongirês ji bo sala 2025 zêdetirî 849 milyar dolaran ji bo budceya bergiriyê ya Amerîkayê terxan bike. Her di wê çarçoveyê de jî, zêdetirî 528 milyon dolaran ji bo rahênan û pirçekkirina Pêşmergeyan, hêzên Îraqê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD hatine terxankirin.

Amerîka berdewam Herêma Kurdistanê wekî hevpeymaneke xwe ya bawerpêkirî dibîne, berdewam piştevaniya xwe jî ji bo hêzên Pêşmergeyan tekez dike û rolê wan jî di rûbirûbûna terorê de bilind dinirxîne.

Îdareya Biden duhî (Duşem, 11.03.2024) pêşniyara budceya bergiriyê ya Amerîkayê ji bo sala 2025ê ji Kongirêsê re şand, di wê pêşniyarê de jî pişkeka budceyê ji bo rahênan û pirçekkirina hêzên Pêşmergeyan hatiye terxankirin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden pêşniyar kiriye, ji bo sala 2025ê 849 milyar û 800 milyon dolar ji bo budceya bergiriyê ya welatê wî bên terxankirin.

Ji wî pereyî jî daxwaz hatiye kirin, 528 milyon û 966 hezar dolar ji bo rahênan û pirçekkirina Pêşmergeyan, hêzên Îraqê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk bên pejirandin. Ji wê hejmara jî 380 milyon û 758 hezar dolar ji bo Pêşmergeyan û hêzên Îraqê û 147 milyon û 941 hezar dolar jî ji bo alîkarîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk bên terxankirin.

Ew 380 milyon dolarên ji bo Pêşmerge û hêzên Îraqê hatine pêşniyarkirin jî di çarçoveya yek pakêcê de ne û bi vî rengî hatine lêkvekirin, 257 milyon û 58 hezar dolar ji bo rahênan û pirçekkirinê, 9 milyon û 700 hezar dolar ji bo alîkariyên lojistî, 60 milyon dolar ji bo mûçeyan, 4 milyon û 795 hezar dolar ji bo nûkirin û çakkirina jêrxaneyê û 49 milyon û 205 hezar dolar jî ji bo werşeyê, yanî çakkirina çek, erebe û keristeyên din.

Alîkariyên Amerîkayê ji bo Pêşmergeyan, hêzên Îraqê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk di demekê de ne ku hêşta DAIŞ li ser deverê metirsî ye. Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê tekez jî kiriye, “Amerîka pabendî alîkarîkirina Pêşmergeyan, hêzên Îraqê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk e, ji bo nehêlana DAIŞê”. Eşkere jî kiriye, “Metirsiya DAIŞê hêşta maye û bizavê dike dîsa xwe rêk bixe”.

Biryar e pêşniyara Biden di çend mehên bê de li Civata Pîran û Nûnerên Amerîkayê bê pejirandin. Piştî pejirandinê jî, Biden dê îmza bike û sala bê dê bê bicihanîn. Ev jî di demekê de ye ku, dana sîstema bergiriya asmanî bi hêza Pêşmergeyan di budceya bergiriyê ya Amerîkayê de ya sala 2024ê hatiye pejirandin.