Ano Cewher: Armanca nehîştina kutaya pêkhateyan têkbirina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Îtîlafa Hemûrabî da zanîn, Dadgeha Federalî li ser giliya YNKê biryareke nedestûrî, neyasayî û nemirovî li dijî pêkhateyên Kurdistan daye. Herwiha got: “Armanca wê biryarê mezintir e, nehîştina qewareya siyasî û destûrî ya Herêma Kurdistanê ye.

Serokê Îtîlafa Hemûrabî Ano Cewher ji K24ê re ragihand, YNKê bi giliya li Dadgeha Federal a li dijî sîstema kutayê ya Parlamentoya Kurdistanê, ji bo berjewendiyeke xwe ya demkî ya 4 salî, li pêkvejiyana Kurdistanê da.

Ano Cewher got, Dadgeha Federalî li ser giliya YNKê biryareke nedestûrî, neyasayî û nemirovî li dijî pêkhateyên Kurdistan da û YNKê jî xeletiyeke dîrokî kir.

Ano Cewher her wiha got, biryara Dadgeha Federalî ziyanê digihîne tevahiya Kurdistanê, ji ber ku rê li ber amadebûna nûnerên siyasî yên pêkhateyan digire û hevkarên YNKê û her kesî ji welat dûr dixe.

Serokê Îtîlafa Hemûrabî eşkere kir, tişta ku YNKê li dijî pêkhateyan kiriye, yekem zulma li ser pêkhateyan bû di ezmûna 33 salên derbasbûyî ya Herêma Kurdistanê de.

Tekez kir jî, her tiştê ku li dijî pêkhateyan tê kirin, armanca wê mezintir e, ew jî nehîştina qewareya siyasî û destûrî ya Herêma Kurdistanê ye. Got jî: Pêkvejiyan bûye fakterê serekî yê serkeftin û pêşketina Herêma Kurdistanê li ser asta navdewletî.

Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê roja 22.02.2024an di rûniştina xwe ya 12emîn de li ser giliya ji aliyê YNKê ve da. Li gotî biryarê jî, hejmara kursiyên kotayan hilweşand û kursiyên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji 111 daxist 100 kursî.

Çend biryarên Dadgeha Federalî derbarê Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de:

- Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê dê bi erkê birêvebirin û serperiştîkirina di xula şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de li şûna Komisyona Rapirsî û Hilbijartinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê rabe.

- ji bo xula şeşem a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê; Herêma Kurdistanê li ser çar deverên hilbijartinê tê dabeşkirin.

- Hejmara kursiyên kotayê ku 11 kursî ne, tên hilweşandin û nedestûrî ne. Li gorî vê yekê, hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê dê ji 111 dakevin 100 kursî.

Pêkhateyên Herêma Kurdistanê jî biryara Dadgeha Federal a li ser kursiyên kutayê red dikin, biryara dadgehê siyasî dinirxînin û tekeziyê li ser vegerandina mafên xwe dikin.