Li Silêmaniyê du tometbar bi bireka madeyê hişber ve hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji aliyê mefrezeya Bingeha Polîsên Heware Berzeyê ya girêdayî Pişka Polîsên Derbendîxanê ve, du tometbar hatin girtin û bireka madeyê hişber jî hat bindestkirin.

Birêveberiya Polîsên Parêzgeha Silêmaniyê, Bingeha Polîsên Heware Berzeyê îro (Çarşem, 13.03.2024) ragehnad ku, di dema derkeftin û geriyanê de du tometbar girtine.

Li dû wê ragehandinê, ew her du tometbar li nêzî tunela Derbendîxanê mijûlî jêvekirin û dizîna parçeyên erebeyên barhilgir bûn. Di dema girtina wan tometbaran de, herwesa bireka madeyê Kirîstalê yê hişber jî hat bindestkirin.

Li dû wê ragehandinê, niha her du tometbar, H. A. R û B. Ş. M., bi biryara dadwerî hatine girtin û lêkolîn bi wan re berdewam e.