Civata Dadwerî ya Herêma Kurdistanê: Dadgeha Federalî zêdegavî di desthilatên qanûnî de kiriye

Avahiyê Civata Dadwerî ya Herêma Kurdistanê
Avahiyê Civata Dadwerî ya Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Civata Dadwerî ya Herêma Kurdistanê dibêje, “Nabe bi çi behaneyan destkarî di madeyên destûrî yên Herêma Kurdistanê de bê kirin”. Tekez jî dike, “Dadgeha Federalî zêdegavî di desthilatên xwe yên qanûnî de kiriye”.

Serokê Civata Dadwerî ya Herêma Kurdistanê Dadwer Ebdulcebar Ezîz Hesen îro (Çarşem, 13.03.2024) di derheqa dawî biryara Dadgeha Federalî ya Îraqê ya girêdayî pirsa kutayan de ragehandinek belav kir.

Serokê Civata Dadwerî ya Herêma Kurdistanê gotiye, “Bi çi behaneyan nabe destkarî di madeyên destûrî yên Herêma Kurdistanê de bê kirin, ji ber ku destûrî ne û divê tev alî û Dadgeha Federalî jî pê re li ser wan madeyan pabend bin û bi behaneyên nerewa arêşeyan jê re çê nekin û binpê nekin”.

Di pareke din a wê ragehandinê de hatiye, “Mafê Herêma Kurdistanê ye di çarçoveya dewleta Îraqê de mafên xwe yên destûrî bi kar bîne, lê Dadgeha Federalî zêdegavî di desthilatên xwe yên qanûnî de ku di destûrî de hatine kiriye, bi awayekî wesa ku maf daye xwe desttêwerdanê di tevaya tiştên mezin û biçûk ên Herêma Kurdistanê de bike, wekî biryara hejmar 83 ya sala 2024ê ku biryara hilweşandina kutayên wê di qanûna edilandî ya hejmar 1 a sala 1992ê a hilbijartinên Perlemana Kurdistanê de daye û 11 kuersiyên perlemanê hilweşandine û hejmara wan ji bo 100 kursiyan kêm kiriye”.

Herwesa amaje daye, “Di wê biryarê de bi awayekî eşkere diyar dibe ku berovajî wî destûrî ye yê ku li ber sîbera wî kar dike”.