Dr. Nasir Harkî: Dadgeha Federalî li ser bingeheke nedestûrî hatiye damezrandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryarderê berê yê Komîteya Asayiş û Berevaniyê ya Parlametoya Iraqê dibêje: “Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê li ser bingeheke nedestûrî hatiye avakirin.”Herwiha got jî: “Yên ku niha Dadgeha Federalî bi rê ve dibin, qet baweriya wan bi yasa û destûrê nîne.”

Biryarderê berê yê Komîteya Asayiş û Berevaniyê ya Parlametoya Iraqê Dr. Nasir Harkî ji K24ê re got: “Dadgeha Bilind a Federalî li ser bingeheke nedestûrî hatiye damezrandin. Eger di paşerojê de dadgeheke niştimanî li Iraqê were avakirin ku baweriya wê bi destûr, demokrasî û jiyana hevbeş hebe, dê hemû biryarên wê hilweşîne.”

Li gorî Dr. Nasir Harkî: “Yên ku niha Dadgeha Federalî birêve dibin, xwedî biryar in û qet baweriya bi yasa û destûrê nîne. Dadgeha Federal ne tenê pirsgirêkên di navbera her du hikûmetan de çareser nekir, her wiha di navbera her du aliyan de pirsgirêkên nû jî derxistin.”

Herwiha got: “Biryarên Dadgeha Federalî ne serbixwe ne û bi fermana hinek aliyên derve ne. Piraniya biryaran li dijî qewareya Herêma Kurdistanê ne û armanca wan a sereke jî, lawazkirina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê ye.”

Amaje bi wê jî kir: “Niyaza desthilatdarên niha yên Iraqê li ser bingeheke demokrat, perlemanî, pêkvejiyana neteweyan û hevpariyê nîne. Niyaza wan ew e çawa xwe bi ser hemû pêkhateyên Iraqê de ferz bikin.”

Herwiha got, eger pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê baş nebin, Iraq aram nabe, eger Iraq aram nebe,

Li sala 2005ê ku Îraq di qonaxa veguhertina desthiladariyê de bû, Dadgeha Federalî bi biryareke wezarî berî nivîsîna destûrê nû yê Îraqa federalî hat damezrandin.

Li dû madeya 92ê ya destûrî, ew dadgeh hêşta nehatiye nav bazinê destûrê dewleta federalî, lê bi biryarên xwe yên sepandinê li ser dijatîkirina qewareya federalî ya Herêma Kurdistanê û netewe û pêkhatên din ên Îraqa federalî berdewam e û bi eşkereyî destûrê welatî binpê dike.