Nehro Rewandizî: Hikûmeta Îraqê li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê cidî nîne

Nehro Rewandizî
Nehro Rewandizî

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Lijneya Neft û Gazê ya Civata Nûnerên Îraqê radigehîne, “Ew pereyê ku Herêma Kurdistanê ji firotina petrolê werdigire niha Îraq dibe”.

Cîgirê Serokê Lijneya Neft û Gazê ya Civata Nûnerên Îraqê Perlemanter Nehro Rewandizî ji K24ê re ragehand, “Di madeya yekê ya qanûna budceyê de behsa wê yekê hatiye kirin ka dahata Îraqê ji kî derê tê”.

Cîgirê Serokê Lijneya Neft û Gazê ya Civata Nûnerên Îraqê herwesa ron jî kir, “Dahata Îraqê ji wê yekê tê ku divê her roj sê milyon û 500 hezar bermîlên petrolê hinardeyî derveyî welatî bike, ku jê re dibêjin dahata girêdayî petrolê li gel dahata negirêdayî petrolê”.

Nehro Rewandizî amaje jî da, “Ew pereyê ku Herêma Kurdistanê ji firotina petrolê werdigire niha Îraq dibe”. Herwesa got, “Ez wesa nabînim ku Hikûmeta Îraqê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê cidî be, ji ber ku hingê divê Bexda 400 hezar bermîlên petrola xwe kêm bike û 400 hezar bermîlên petrola Herêma Kurdistanê li şûna wan hinarde bike, ji ber ku Îraq dikare her rojê tenê sê milyon û 500 hezar bermîlên petrolê hinarde bike”.

Rewandizî ron jî kir, “Hikûmeta Îraqê amade nîne ku wan 400 hezar bermîlan ji hinaredkirina xwe kêm bike û yên Herêma Kurdistanê li şpna wan hinarde bike. ji ber ku Îraq endama OPECê ye, nikare ji zêdetir bermîlên petrolê hinarde bike”.

Navbirî eşkere jî kir, “Yek ji behaneyên Îraqê ew e ka gojimê derxistina yek bermîla petrolê çend e, me li ser 24 dolaran li hev kiriye”.