Şaxewan Ebdula: Dadgeha Federalî ne destûrî ye

Şaxewan Ebdula
Şaxewan Ebdula

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê radigehîne, “Biryarên Dadgeha Federalî ya Îraqê ne dadperwerane ne, herwesa ew dadgeh bûye çekoçek ji bo binpêkirina mafên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê”.

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdula ji K24ê re ragehand, “Dadgeha Federalî dadgeheke nedestûrî ye û biryaran li ser hejmareke pirsan dide ku karê wê nîne. Ew dadgeh qanûnan dadine û desthilatên Civata Nûneran binpê dike”.

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê amaje da, “Di pirsa darayî de, xwecihkirina mûçeyên mûçexuran jî dîsa karê Dadgeha Federalî nîne. Xwezî biryara wê dadperwerane ba, me jî dê destxweşî lê kiriba”.

Şaxewan Ebdula herwesa got, “Li Civata Nûnerên Îraqê biryar hatiye dan ku her meh 775 milyar dînar ji bo mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bên şandin, lê wê dadgehê ew jî kêm kirine, yanî Dadgeha Federalî niha ji erkê xwe yê serekî derkeftiye û bûye çekoçek ji bo binpêkirina mafên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê”.

Navbirî di derheqa Wezîra Darayî ya Îraqê de got, “Teyf Samî tenê fermanberek e û nikare rûbirûyî Serokwezîrê Îraqê bibe. Eger Sûdanî bixwaze, çi kesek nikare li beranberî dana mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê bibe rêgir. Em niha ji bo çarekirina wê arêşeyê bi Serokwezîrê Îraqê re li ser xetê ne”.

Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê eşkere jî kir, “Ew pereyê Bexdayê ji bo mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê şandiye nêzî 59% ya budceya Herêma Kurdistanê ye, ev jî desttêwerdana di qûtê xelkê Herêma Kurdistanê û dizîna qûtê xelkê Herêma Kurdistanê de ye. Bexda tenê henekan bi hestên xelkî dike û bi çi awayan budceyê bi temamî naşîne”.

Şaxewan Ebdula tekez jî kir, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê û PDK bi çi awayan destan ji mafên destûrî yên xelkê Herêma Kurdistanê bernadin. Eger mafê xelkê Herêma Kurdistanê bê binpêkirin, em destên xwe danahêlin û vekêşana Kurdan dê yek ji hilbijartinan be”.