Mîsal Alûsî: Serok Barzanî û Mesrûr Barzanî rêyê li şerê navxweyî yê Îraqê digirin

Mîsal Alûsî
Mîsal Alûsî

Navenda Nûçeyan (K24) - Siyasetmedarekî Sune yê Îraqê amajeyê dide, “Dadgeha Federalî dadgeheke Îranî ye û tevaya pêkhatan kirine armanc”, ecêbamana xwe jî li bernaberî helwesta Serokkomarê Îraqê ya li beranberî wan biryarên Dadgeha Federalî diyar dike, herwwesa dibêje, “Hikmeta Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî rêyê li serhildana şerê navxweyî yê Îraqê digire”.

Siyasetmedarê Sune yê Îraqê Mîsal Alûsî îro (Înî, 15.03.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Dadgeha Federalî dadgeheke destûrî nîne, berî destûrî hatiye damezrandin û Herêma Kurdistanê tenê nekiriye armanc, belkî tevaya pêkhatan kirine armanc û armanca wê ya serekî lêdana sîstema destûrî û demokrasî ye ku Îraq li ser wan hatiye avakirin”.

Mîsal Alûsî amaje jî da, “Serokkomarê Îraqê li beranberî biryarên Dadgeha Federalî bê helwest e, ji ber ku hindek ji wan biryaran nedestûrî ne û pêdivî ye Serokwezîrê Îraqê desttêwerdanê tê de bike”.

Alûsî ecêbmana xwe jî li beranberî Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd diyar kir got, “Li beranberî wan biryarên Dadgeha Federalî herwekî ku Serokkomar nîne û çi gotin nînin, di demekê de ku hind e ew biryar Îraqê bixin nav serî”.

Navbirî eşkere jî kir ku, ew bi çi awayan biryarên Dadgeha Federalî qebûl nakin, eger ew dadgeh bixwaze Îraqê ber bi sîstema navendî ve bibe, di demekê de ku destûrê Îraqê federalî ye.

Wî siyasetmedarî tekez jî kir, “Destûrê Îraqê maf daye tevaya pêkhatan ku tevlî piroseya siyasî bibin, eger Dadgeha Federalî rêyê li wî mafî bigire, yanî Îraq ne demokratî û destûrî ye û ber bi diktatoriyê ve diçe”.

Alûsî herwesa ragehand, “Eger hikmeta Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serkirdetiya Siyasî ya Herêma Kurdistanê nebe, Kurd dikarin şerî bikin û bergiriyê ji mafên xwe bikin”.

Navbirî tekez jî kir, “Hikmeta Serok Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî rêyê li serhildana şerê navxweyî yê Îraqê digire û bi wê hikmetê bi hezaran aware û penaber li Herêma Kurdistanê parastine û diparêzin û merema wan ew e pêkvejiyanê berdewam bikin. Dadgeha Federalî ku dadgeheke Îranî ye li dijî wê hikmet û zanîna Herêma Kurdistanê û serkirdetiya wê ya siyasî ye”.

Heta niha Dadgeha Federalî ya Îraqê hejmareke biryaran li dijî Herêma Kurdistanê derxistiye, dawî biryar ên roja 21.02.2024ê bûn, ji bo yekalîkirina wan skalayan ên ku li dijî mûçeyên fermanber û mûçexurên Herêma Kurdistanê û qanûna girêdayî hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hatibûn tomarkirin.