Arif Ruşdî: Nabe Serokomar van binpêkirinên destûrî qebûl bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendekî Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, “Hikûmet ji aliyê yasayî ve berdewamiya hikûmetên din ên Iraqê ye. Ma nabe ku Serokomar li saziyekê bi navê Dadgeha Federalî bi ser hişê xwe ve were û bêje dev ji van tevgerên nedestûrî û binpêkirinan berde?”

Şêwirmendê Polîtburoya PDKê Arif Ruşdî ji K24ê re ragihand, hikûmet ji aliyê yasayî ve berdewamiya hikûmetên din ên Iraqê ye. Tiştê ku li dijî Helebceyê kirine, divê hikûmet bi berpirsyariya xwe rabe, ji bo çareserkirina kêşeyên Helebceyê, lê mixabin hilgirên wê fikrê ku Helebce kîmyabaran kirine, li ser desthilatdariya Iraqê berdewam in.

Arif Ruşdî got jî: “Em her dem dibêjin ku me bi Iraqê re pirsgirêkeke hizrî heye, ji ber ku ew dixwazin zêdetir stemê li me re bikin. Eger hikûmeta Seddam Husên li dijî Helebce û deverên din ên Kurdistanê çekên kîmyayî bikar anî, yên niha jî tên û li dijî tevahiya gelê Kurdistanê bûdce û mûçeyên Herêma Kurdistanê dibirin, ma ev ne kîmyabaran e? Ji ber vê yekê qet bawer nekin ku ti hikûmeteke Iraqê vê tawanê wek tawan bibîne.”

Amaje bi wê jî kir: “Eger bikarin, dê ji dema Seddam xerabtir bi me re bikin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ev çend sal in biryar daye ku Helebce bibe parêzgeh ku pêwîstiya wê bi erêkirina parlamentoya Iraqê û rayedarên Bexdayê heye, lê ew wê nakin, ev jî şermeke mezin e. Eger bixwazin rûyê xwe hinekî spî bikin, divê di demek nêzîk de biryara parêzgarbûna Helebceyê pesend bikin.”

Arif Rûşdî got jî: “Hemû biryarên wan, siyasî û tundrew in, ew Kurdan qebûl nakin, ji ber vê yekê ez dixwazim xelk vê rastiyê baş fêm bike ku ew ê niha ew dikin, ne birîna nan e, lê ew Kurdan qebûl nakin, her çendî ziman û xaka me dagîr kirine.”

Şêwirmendê Polîtburoya PDKê got jî: “Xwazî nûnerên me li Bexdayê tunebana. Ew çi dikin? Ew Serokê ku li ser navê Kurdan post girtiye li kû ye? Ev hemû reftar û riftarên nedestûrî û binpêkirinên ji aliyê saziyeke bi navê Dadgeha Federal tên kirin, ma nabe ku Serokomar were ser hişê xwe û bibêje van biryaran rawestînin? Eger hestên wî yên Kurdistanî hebûya, diviyabû bihata malê, eger wisa bikira dê mezintirîn pirsgirêka siyasî ji bo Bexdayê çêbikira.”