Dadgeha Federalî skalaya girêdayî pilebilindkirina fermanberên Herêma Kurdistanê red dike

Dadgeha Federalî ya Îraqê
Dadgeha Federalî ya Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Dadgeha Federalî skalaya girêdayî pilebilindkirina fermanberên Herêma Kurdistanê red dike û radigehîne ku, ew skala di taybetmendiya wan de nîne.

Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê îro (Yekşem, 17.03.2024) ji bo yekalîkirina çend skalyan civiya, ku yek ji wan skalayan jî girêdayî pilebilindkirina fermanberên Herêma Kurdistanê bû, herwesa ragehand, “Me ew skala red kir ji ber ku di taybetmendiya me de nîne”.

Ew skala li roja 05.10.2023ê li Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê hatibû tomarkirin, lê wê dadgehê çend caran biryardana li ser wê paş xist.

Li dû amarên Wezareta Darayî û Aborî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê yek milyon û 114 hezar û 194 mûçexur hene û mûçeyên wan ên mehane dibin nêzî 913 milyar dînaran.

Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê roja Çarşemê, 21.02.2024, jî ji bo yekalîkirina wan skalayan civiya, yên ku ji aliyê YNKyê ve li dijî mûçeyên fermanber û mûçexurên Herêma Kurdistanê û qanûna girêdayî hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hatibûn tomarkirin.

Dadgeha Federalî di rûniştina xwe ya 12ê de biryar li ser skalayên YNKyê da, li dû wan biryaran jî hejmara kursiyên Perlemana Kurdistanê ji 111 kursiyan bo 100 kursiyan hat kêmkirin.