Mekteba Siyasî ya PDKyê: Em tevlî hilbijartinekê nabin ku bi awayekî neqanûnî û nedestûrî bê kirin

Logoya PDKyê
Logoya PDKyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Mekteba Siyasî ya PDKyê îro (Duşem, 18.03.2024) beyannameyek li ser rewşa niha ya Îraqê, peywendiyên Hewlêr û Bexdayê, hilbijartinên Perlemana Kurdistanê, biryarên Dadgeha Federalî û çend pirsên din belav kir.

Mekteba Siyasî ya PDKyê ragehand, “Em aliyên hevpeymaniya îdareya dewletê dixin beranberî berpirsyarîtiya niştîmanî di bicihneanîna destûrî û tevaya xalên lihevkirina siyasî û îdarî yên pêkanîna kabîneya niha ya Hikûmeta Îraqê bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî, berovajî wê yekê jî em nikarin li ser piroseya siyasî berdewam bin”.

Mekteba Siyasî ya PDKyê gotiye, “Eşkere ye ku PDKyê her li destpêka damezrandina xwe xebat ji bo bidestxistina mafên rewa yên gelê Kurdistanê û çespandina demokratiyê kiriye, wekî du armancên hevgirtî, bi wê bawerê ku tenê bi rêya demokratîkirina sîstema desthilatdariya Îraqê mafên rewa yên gelê Kurdistanê tên wergirtin”.

Amaje jî daye, “Her bi wê nerînê jî Serok Barzanî her di rojên destpêkê yên Bihara sala 1991ê de ji bo diyarkirina destkeftiyên gelê Kurdistanê û parastina wan û bikaranîna wan bi awayekî rast, bangeşe ji bo hilbijartinan bi awayekî azad wekî bingeha damezrandina desthilatdariyeke demokratî li Herêma Kurdistanê kir”.

Tekez jî kiriye, “Partiya me herdem tekez li ser bicihanîna bingeh û pîverên hilbijartinên azad û zelal kiriye, ku qanûneke hilbijartinan a dadperwerane hebe ku nûnertiya tevaya tex û çîn û pêkhatên gelê Kurdistanê li perlemanê bike û deriyê dengdanê û xwekandîdkirinê ji bo piraniya hejmara welatiyan veke û kêmtirîn deng û nûnerîtî bi herwe biçin”

Eşkere jî kiriye, “Her di çarçoveya hestkirina bi wan erk û berpirsyariyan bû ku di dema salên borî de bi hemî awayan me bi aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Îraqê re kar kiriye, ji bo ku tevaya hilbijartinan bi awayekî durist û destûrî bên kirin û taybet hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê di dema xwe de bên kirin”.

Herwesa ragehandiye, “Biryara Dadgeha Federalî li ser qanûna hilbijartinên Perlemana Kurdistanê berdewamiya biryarên wê yên nedestûrî ye, ku di dema çar salên borî de li beranberî Herêma Kurdistanê derxistine”.

Mekteba Siyasî ya PDKyê di wê beyannameyê de bal kişandiye ser binpêkirinên diyar û metirsîdar ên destûrî di biryarên Dadgeha Bilind a Federalî de ji bo nehêlana sîstema demokratiyê li Herêma Kurdistanê û bizavek e ku Îraqê vebigerîne sîstema navendî.

Di pareke din a wê beyannameyê de hatiye, “Dadgeha Bilind a Federalî berdewam di biryarên xwe yên girêdayî Herêma Kurdistanê de mafên wê yên destûrî binpê kirine û dixwaze wan destkeftiyên gelê me ku me bi xebat û têkoşan û xwîna şehîdên xwe û enfalkirî û kîmyabarankiriyan bi dest xistine bi biryarên siyasî û nedestûrî ji gelê Kurdistanê bistîne”.

Li dawiyê jî gotiye, “Em aliyên hevpeymaniya îdareya dewletê dixin beranberî berpirsyarîtiya niştîmanî di bicihneanîna destûrî û tevaya xalên lihevkirina siyasî û îdarî yên pêkanîna kabîneya niha ya Hikûmeta Îraqê bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî de, berovajî wê yekê jî em nikarin li ser piroseya siyasî berdewam bin”

Herwesa tekez jî kiriye, “Em wekî berjewenda gel û niştîmanê xwe dibînin ku partiya me neçe bin barê pejirandina biryara nedestûrî û sîstemeke sepandî ji derveyê îradeya gelê Herêma Kurdistanê û dezgehên wê yên destûrî û tevlî hilbijartinekê nebe ku bi awayekî neqanûnî û nedestûrî û li jêr sîbera sîstemeke sepandî bê kirin”.