Birêveberiya Trafîkê ya Silêmaniyê welatî û şofêran haydar dike

Birêveberiya Trafîkê ya Silêmaniyê
Birêveberiya Trafîkê ya Silêmaniyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberiya Trafîkê ya Silêmaniyê tevaya welatî û şofêran haydar dike ku, ji ber rewşa necîgir a seqayî xwe ji wan cihan dûr bikin ên ku pêşbîniya pengiyana avê lê heye.

Birêveberiya Trafîkê ya Silêmaniyê ragehandinek belav kiriye û tevaya welatî û şofêran haydar dike ku, sibe (Çarşemê, 20.03.2024) ji ber rewşa necîgir a seqayî xwe ji wan cihan dûr bikin ên ku pêşbîniya pengiyana avê lê heye, herwesa pêxemetî silametiya canê xwe neçin deverên çiyayî.

Di wê ragehandinê de hatiye, “Li ser dewama Birêveberiya Trafîkê ya Silêmaniyê, em hêvîdar in ku sibe (Çarşem, 20.03.2024) serdana birêveberiya me nekin ji ber ku em karûbarên kargêrî û tomarkirinê nameşînin, tîmên me dê li ser cadeyan ji bo alîkariya welatiyan di amadebaşiyeka temam de bin”.

Herwesa tekez dike, “Ji bo her rewşeka ji nişkê ve, hûn dikarin peywendiyê bi hejmara 188 a Kontirola Trafîka Silêmaniyê bikin”.