Serokê Parlamentoya Brîtanya ji K24ê re: Ji bo pîrozkirina Newrozê me kurd vexwendine parlamentoyê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamentoya Brîtanyayê revenda kurdî li wî welatî vexwend parlamentoyê, ji bo pîrozbahiya Newrozê.
Seroka Parlementoya Brîtanya Lindsay Hoyle pêşwazî li revenda kurdî yêq li welatê xwe kir û vexwend parlamentoyê ji bo gerandina ahenga Newrozê.
Lindsay Hoyle ji K24ê re ragihand, armanca wan komkirina revanda kurdî û pîrozkirina hatina cejna Newrozê ye.
Seroka Parlementoya Brîtanyayê got jî: “Îro rojeke xweş e û armanc ew e Kurd li Parlamentoyê li hev kom bibin. Cejna Biharê û gerandina ahengê ye.”
Ji aliyê xwe ve, Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir ji K24ê re ragihand, “li ser vexwandina fermî ya Serokê parlamentoya Brîtanya û Serokê Navenda Geşepêdana kurdî li Londonê, em beşdarî ‘Civîna Newrozê’ li Londonê bûn.”