Baregehên grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve li bajarê Meyadînê hat bombebarankirin

Arşîv
Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Meyadînê yê ser bi Dêrazorê ve, 5 serkirdeyên pilebilind ên çekdar ên ser bi Îranê hatin kuştin. Hat belavkirin ku 5 serkirdeyên pilebilind ên çekdar ên ser bi Îranê ve hatin kuştin.

Li gorî medyaya erebî, derengiya şeva borî di êrîşeke asmanî li ser bajarê Meyadîn de, 5 serkirdeyên pilebilind ên çekdar ên ser bi Îranê ve hatin kuştin ku yek ji wan serkirdeyekî Hizbullaha Lubnanî bû.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kiribû ku sê teqînên mezin li derdora bajarê Meyadînê rû dan, ku çekdarên ser bi Îranê ve lê bicih dibin.

Rêveberê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdulrehman ji kenala “Al-Hadath” re ragihand, derdora bajarê Meyadînê ku wek paytexta grûpên çekar ên ser bi Îranê ve tê zanîn, bi 3 mûşekan hat armanckirin.

Amaje bi wê jî kir, di heman dema êrîşê de dronên çavdêriyê li asmanê wê herêmê digeriyan ku tê pêşbînîkirin yên Amerîkayê bin.

Îsraîlê ji destpêka îsal ve 25 caran axa Sûriyeyê kiriye armanc, di nav wan de jî, baregehên grûpên çekdar ên ser bi Îranê ve li navçeyên cuda yên wî welatî hene.