Keşnasiya Herêma Kurdistanê: Baran berdewam dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Giştî ya Keşnahiyê û Erdhejan pêşbîniyên keşûhewaya 48 demjimêrên bê ya Herêma Kurdistanê eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniyê, îro şemiyê asman wê pir caran ewrayî be û dê baran bibare. Li navçeyên çiyayî yên sînorî car caran berf bibare.

Li gorî pêşbîniya rewşa keşûhewayê ya sibe Yekşemê, dê asiman ewrayî be û eger heye baran jî car caran bibare, danê êvarê jî li Germiyan, Helebce û hin deverên başûrê parêzgeha Silêmaniyê, baran dê bi rêjeyeke zêde bibare.

Ji pêleke barana bihêz bi ser Herêma Kurdistanê girtiye. Bandora zêde li ser parêzgeha Dihokê bû ku ji ber baranê li çend taxên bajêr lehî rabû, av derbasî hejmarek malan bû û hin rê hatin girtin.