Parêzgarê Dihokê: Beriya cejnê em ê hemû ziyanpêketiyên lehiyê qerebû bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Dihokê dibêje, ewê berî hatina cejna Remezanê, ew ê hemû ziyanpêketiyên lehiyê qerebû bikin. Got jî: “Hikûmeta Iraqê ti alîkarî nedaye ziyanpêketiyan.”

Parêzgarê Dihokê Dr. Elî Teter kongreyeke rojnamevanî derbarê çawaniya qerebûkirina ziyanpêketiyên lehiya roja Sêşemê û pîlanên hikûmetê bo rûbirûbûna lehiyê lidar xist.

Parêzgarê Dihokê got: “Qebareya ziyanên lehiyê pir mezin e. Em spasiya gelê xwe ji hemû pêkhateyan dikin ku bi me re hevkarî kirin. Niha ne dema bazariyê ye. Kesê ku bixwaze xizmeta bajêr bike, dizane çawa bike.”

Dr. Elî Teter amaje bi wê kir, xaniyên bi awayekî ne yasayî li taxa Hişkerû yên li ser rêya lehiyê hatine avakirin bên rakirin. Her zêdegaviyeke din jî hebe, dê bê rakirin. Ew xaniyên ku hatine tomarkirin lê di bin metirsiya hilweşînê de ne, dê bên rakirin û xwediyên wan dê ji aliyê hikûmetê ve bên qerebûkirin.”

Herwiha got: “Me di nava 48 demjimêrean de ji ziyanpêketiyên lehiyê re apartman kirîn û ji bo kirîna kelşpelên malan jî, me pere dan wan. Beriya hatina meha Remezanê dê hemû ziyanpêketiyên lehiyê bên qerebûkirin.”

Diyar kir jî, “Sibe Yekşemê 24-03-2024am jî, welatiyên ziyanpêketî yên li rojavayê Dihokê ne, werin qerebûkirin. Derbarê ji aliyê rojhilatê bajêr ve jî, gelek ziyan hene. piştî bidawîhatina proseya paqijkirinê, ew dê bên qerebûkirin.”

Her wiha got: “Hikûmeta Iraqê ti alîkariyek ji bo qurbaniyên lehiyê li Dihokê nekiriye, heta bi me re jî pêwendî nekiriye û hevxemiya xwe jî nîşan nedaye.”