PWKê êrîşa li Moskoyê şermezar kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) êrîşa li  li ser holeke konserê ya li Moskovayê ya hatiye kirin, şermezar kir.

Buroya Ragehandinê ya PWKê di daxuyaniya xwe de got: “Li Moskovaya Paytextê Rûsyayê, şeva 22ê adarê, di encama êrîşeke çakdarî ya li ser holeke konserê de, 115 kesan jîyana xwe ji dest dane û gelek birîndar hene. Em vê êrîşa hovane ya terorîstî ku li ser sivîlan hatîye kirin rûreş dikin.”

Herwiha PWKê di daxuyaniya xwe de got: “Em ji malbatên qurbanîyên vê êrîşê re sersaxîyê, ji birîndaran re jî şîfaya xêrê dixwazin.

Duhî danê êvarê Înê êrîşek li avahiyeke bazirganî “Crocus City” ya nêzîkî Moskoyê hate kirin. Li gor amaran jî, heta miha 115 kes hatine kuştin û zêdetir ji 100 kesî jî birîndar bûne.

Piştî êrîşê DAIŞê di daxuyaniyekê de li ser malpera xwe ya tora civakî “Telegram” belav kir, berpirsiyariya êrîşê girt ser xwe.