Firokeyên şer ên Îsraîlê derdora Şamê kirin armanc

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên şer ên Îsraîlê îro berbangê êrîşî derdora Şama paytexta Sûriyê kirin.

Li gorî medyaya erebî, ev êrîş piştî wê hat ku çend top ve li Golanê ketin, hevdem jî hejmarek mûşekek ji başûrê Lubnanê li bakurê Îsraîl ketin.

Pêştir jî Îsraîlê bo cara sêyemîn ji 8ê Cotmeha borî ve, bajarê Baelbekê ya Lubnanî ku navenda çekdarên Hizbullahê ye, bombebaran kiribû.

Roja 17ê Adarê jî, Israîlê du cih li gundewarê Şamê kiribûn armanc, ku yek ji wan depoyeke çekan bû û li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, di êrîşê de leşkerek birîndar bûbû.

Ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê di 7ê Cotmeha sala 2023an de, artêşa Îsraîlê çendîn caran êrîşî Şamê kir û serkirdeyên Hemas, Hizbullaha Lubnanî û Pasdarên Îranê kirin armanc.