Aliyên di Çarçoveya Hevahengiyê de li dijî egera vekişîna PDKê ji Bexdayê ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Aliyên di Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê de, eger vekişîna PDKê ji Bexdayê bi biryareke baş nabînin û amaje bi wê yekê dikin, ne di berjewendiya hikûmeta niha ya Iraqê de ye ku PDK ji hikûmetê vekişe. Endamekî Tevgera Hîkme jî got: “Eger destûr ji bo çareserkirina pirsgirêkan nebe bingeh, nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê dê kûrtir bibin.”

Biryarên vê dawiyê yên Dadgeha Federalî yên li dijî Herêma Kurdistanê, ji bo proseya siyasî ya Iraqê pirsgirêk çêkirin. Biryarên dadgehê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nîgeran kiriye; Biryar e di demeke nêzîk de şandeke wê partiyê serdana Bexdayê bike û gotina dawî ji Hevpeymaniya Rêveberina Dewletê werbigire û piştre biryara xwe ya dawî derbarê mayîn yan vekişîna ji hikûmetê bide.

Endamekî Tevgera Hikme ya Niştimanî dibêje, bi cîbicîkirina destûrê kêşe çareser dê bibin, eger nebe dê nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de kûrtir bibin.

Endamê Tevgera Hikme Rehîm Ebûdî got: Em li ser rêya rast in ku hemû pirsgirêkan li gorî destûrê û dûr ji nakokiyan bên çareserkirin. Yek ji wan kêşeyan yasaya petrol û gazê ye ku dikare pirsgirêkên darayî yên Herêma Kurdistanê çareser bike.”

Aliyên di Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê ya şîeyan de, egera vekişîna PDKê ji Bexdayê, bi gaveke baş nabînin, ew çaverê dikin ku civîna Hevpeymaniya Rêveberina Dewletê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çareser bike û van nakokiyan bidawî bike.

Parlamenterê ji Hevpeymaniya Çarçoveya Hevahengiyê Mihemed Beldawî got: “Çarçoveya Hevahengiyê dixwaze aramiya siyasî berdewam be. Ev salek û nîv e hikûmet hatiye avakirin û niha aramiya siyasî heye. Ji ber vê yekê jî Çarçoveya Hemahengiyê kar ji bo parastina yekrêziya aliyê Rêveberina Dewletê dike, da ku hikûmet kar û xebata xwe bidomîne.”

Piştî zêdetirî sal û nîvekê ji pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê bi serokatiya Mihemed Şiya Sûdanî, pirsgirêkên aborî yên Herêma Kurdistanê nehatine çareserkirin û Bexda her meh behaneyên nû ji Herêma Kurdistanê re derdixe.