Elî Seîd: 157 malbatên aware yên kempa Hesen Şamê vedigerin deverên xwe

Elî Seîd
Elî Seîd

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Data û Zanyaran ê Fermangeha Hevahengî û Qeyranan dibêje, “Di çarçoveya qonaxa sêyê ya vegeriyana dilxwazane ya awareyên kempên Hesen Şam Yek û Du û Sê de, îro 157 malbatên aware yên Mûsilê ji kempa Hesen Şam Duyê vedigerin ser deverên xwe”.

Birêveberê Data û Zanyaran ê Fermangeha Hevahengî û Qeyranan a Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Elî Seîd îro (Yekşem, 24.03.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Vegeriyana dilxwazane ya awareyan ji bo deverên wan li parêzgeha Dihokê 10 qonax û li parêzgeha Hewlêrê jî 3 qonax birîne”.

Birêveberê Data û Zanyaran ê Fermangeha Hevahengî û Qeyranan amaje jî da, “Ji 2000 malbatan, 157 malbat ji bo deverên xwe vedigerin, ku ev çar meh in Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi awayekî fermî navên wan dane Hikûmeta Îraqê ji bo ku hêsankariyan ji bo piroseya wergirtina wan bike”.

Elî Seîd herwesa got, “600 malbat li kempa Hesen Şam Duyê, 1200 malbat li kempa Hesen Şam Sêyê û 700 malbat jî li kempa Xazirê akincî ne”.

Navbirî tekez jî kir, “vegeriyana dilxwazane ya awareyan ji bo ser deverên wan li destpêkê li parêzgeha Dihokê hat destpêkirin, herwesa me kariye bi 10 qonaxan alîkariyan bigehînin wan awareyan ên ku dixwazin bi awayekî dilxwazane vebigerin deverên xwe”.