Mesrûr Barzanî: Emê sibê di civîna Encûmena Wezîran de biryarekê di berjewendiya gelê Kurdistanê de bidin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî îro 16emîn roja meha Remezanê li mizgefteke bajarê Hewlêrê tevlî xwarina fitarê bû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û careke din ji ber rewşa nehevseng a ji ber neşandina mûçeyan pêk hatiye, spasiya xweragirî û sebirkirina welatiyên Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku ji bo çareserkirina kêşeyan di berjewendiya gelê Herêma Kurdistanê û Iraqê de, çi ji destê wan bê ew ê bikin, bêyî ku dest ji mafên destûrî yên gelê Herêma Kurdistanê berdin.

Ameje bi wê jî kir: “Demek e hewldanek heye ku qewareya Herêma Kurdistanê nemîne yan lawaz bibe. Komplo bi awayên curbecur hatiye cîbicîkirin û mixabin hinek nêrînên dijminane karîne bi vî awayî li hember Herêma Kurdistanê reftar bikin, ya ji wê nexweştir jî ew e ku li navxwe alîkarî ji bow ê hizra şoven hate dayîn.”

Tekez kir jî: “Avakirina Herêma Kurdistanê bi vî rengî, kesekî xêr bi me nekiriye, ev berhema xwîna şehîdan û têkoşîna gelê me ye û hûn hemû jî di afirandina vê ezmûnê de beşdar bûn. Destûreke me heye ku maf û erkên me diyar dike û me xemsarî nekiriye ku erkên xwe bi cih bînin, lê mafên me hatine binpêkirin û nehatine dabînkirin û hewl hatiye dayîn tiştên ku di destûrê de hatine nivîsandin, binpê bikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha bang li hemû aliyan kir ku dest ji berjewendiyên xwe yên partît û kesayetî berdin ku aliyek bi ser aliyekî bikeve. Ev ne destkeft e, lê destkeft ew e ku biratiya di navbera hemû pêkhateyan de û destkeft û ezmûna xwe biparêzin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di beşeke din a gotara xwe de got: Li vir em li ser du bereyan dabeş bûne: Eniya xweragirî û parastina ezmûnên xwe û rêzgirtin li xwîna şehîdan û têkoşîna xwe. Bereya duyem jî di wê baweriyê de ye ku tenê nanê rûreşiyê bidin me û hemû pirsgirêkên Herêma Kurdistanê bibin mûçe, ku ez bawer im piraniya gelê Kurdistanê ne bi vê nêrînê re ye. Em dixwazin rêzê li xwîna şehîdên xwe û têkoşîna vê ezmûnê bigirin û biparêzin.

Serokwezîr her wiha bang li hemû aliyan kir ku dest ji berjewendiyên xwe yên partît û kesayetî berdin ku aliyek bi ser aliyekî bikeve. Ev ne destkeft e, lê destkeft ew e ku biratiya di navbera hemû pêkhateyan de û destkeft û ezmûna xwe biparêzin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: Iraq welatekî dewlemend e, lê dahat û samanên wê baş nehatine birêvebirin û Iraq dikaribû bibe yek ji welatên herî pêşketî li Rojhilata Navîn. Heger em bi hevdu qebûl bikin û rêzê li hevdu bigirin, niha jî ev dikare were kirin.

Mesrûr Barzanî got: Mebesta me ew e ku em li gel hemû xwişk û birayên xwe yên li Iraqê di nava aramiyê de bijîn û rêz li mafên hemû pêkhateyan bê girtin.

Tekez kir jî: “Em dest ji ti mafên destûrî yên gelê Kurdistanê bernadin û divê em hemû bi hev re bifikirin ka çawa pirsgirêkên xelkê çareser bikin û pirsgirêka me ne tenê mûçe ye, pirsgirêkên me yên nasname û xakê hene.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di dawiya axaftinên xwe de diyar kir ku sibe Encûmana wezîran dê biryarekê di berjewendiya tevahiya gelê Kurdistanê de dide.”

Herwiha got: “Di demên dijwar de, hindik peyayên tengasiyê bi me re sekinîn û sibe dema ku em biryara xwe bidin, her kes dê xwe bike hevparê wê biryarê.”