206 malbatên din ên zirardîtiyên lehiya Dihokê tên qerebûkirin

Dihok
Dihok

Navenda Nûçeyan (K24) - Tevaya zirardîtiyên lehiya Dihokê berî cejnê dê bên qerebûkirin, îro jî 206 malbatên din hatin qerebûkirin.

Berpirsê Liqa Yekê ya PDKyê li Dihokê Newzad Ebdula îro (Pêncşem, 28.03.2024) ragehand, “Piştî rabûna lehiya Dihokê, li ser biryara Serok Barzanî qerebûkirina zirardîtiyan bi çend qonaxan dest pê kir û di qonaxa yekê de 117 mal hatin qerebûkirin ku apartman pêşkêşî wan hatin kirin”.

Berpirsê Liqa Yekê ya PDKyê amaje jî da, “Di qonaxa duyê de 145 malbat li derdorên Dihokê û 82 malbat jî li şaredariya rojavaya Dihokê hatin qerebûkirin”.

Newzad Ebdula herwesa got, “Zirar li Rojhilata Dihokê gelek bûn, lewma li ser sê zonan hatin lêkvekirin, zona Aştiyê 63 mal û zona Serhildanê 176 mal bûn û hatin qerebûkirin. Herwesa îro jî zirardîtiyên zona Şoreşê ku 206 mal bûn hatin qerebûkirin.

Serê sibeha roja Sêşemê, 19.03.2024, pêleke baranê ya dijwar parêzgehên Herêma Kurdistanê vegirtin, ku bandora wê zêdetir li ser parêzgeha Dihokê û îdareya serbixwe ya Zaxoyê bû. Ji ber wê baranê, li çend taxên Dihokê û Zaxoyê lehî rabûn û çend mal û dezgehên hikûmetê têk dan, bi dehan erebe birin û hejmareke rêyan jî girt.