Berdevkê berê yê “Centcom”: Divê Iraq rêzê li qewareya Herêma Kurdistanê bigire

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê berê yê Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Joe Buccino piştrast kir ku “vekişîna Amerîkayê ji Iraqê Bbîrokeyeke xirab e.”

Berdevkê berê yê CENTCOM Joe Buccino got, hebûna hêzên Amerîkî li Sûriye û Iraqê “ji bo çavdêrîkirina DAIŞê pêwîst e, ku hîn jî gef e li ser cîhanê.”

Buccino di hevpeyvînekê de ligel K24ê de got: “Me ev xeletî li Afxanistanê kir dema ku em ji wî welatî vekişiyan, me dît ku DAIŞê çawa li wir çalakiyên xwe zêde kirin.”

Herwiha got jî: Pêwîst e hêzên Amerîkî li Îraqê bimînin. Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi fermî ti daxwazek bo vekêşana hêzên Amerîkî û hevpeymanan ji Îraqê pêşkêş nekiriye.”

Derbarê zextên hikûmeta federal li ser Hewlêrê de, Buccino daxwaz kir ku pêwîst e Iraq fişarên li ser Herêma Kurdistanê rake û rêz li qewareya wê bigire.

Berdevkê berê yê CENTCOM destnîşan kir, vexwandina Serokwezîrê Iraqê bo serdana Amerîkayê di vê demê de “ne tiştekî baş e.”

Herwiha got: Divê fişar li ser Sûdanî bê kirin ku hejemona Îranê li Iraqê sînordar bike û Herêma Kurdistanê biparêze.

Buccino di beşeke din a axaftinên xwe bal kişande ser wê yekê ku “Piştgiriya gelê Herêma Kurdistanê, ji erkê Amerîkayê ye.”

Biryar e Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî roja 15ê Nîsanê serdana Amerîkayê bike û li Koşka Sipî bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re bicive.

Duhî Înê, heşt endamên Kongresê bang li Serokê Amerîkayê Joe Biden kirin ku berî serdana çaverêkirî ya Sûdanî, şert û mercan deyne ser wî, ji wan kêmkirina hejmona Îranê li Iraqê û piştgirîkirina Kurdan.

Her heşt endaman daxwaz ji Iraqê jî kirin ku bûdce û xercên darayî yên Herêma Kurdistanê bişîne û dest bi hinardekirina petrola Kurdistanê bike.

Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan jî pêştir daxwaz ji Sûdanî kiribû ku pirsgirêkên li gel Herêma Kurdistanê çareser bike û piştre serdana Washingtonê bike.