Ezîz Xemcivîn romaneke nû ya bi navê “Zabêl Ez Ermenî Me” nivîsand

Navenda Nûçeyan (K24) – Helbestvan û romannivîsê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê, Ezîz Xemcivîn romaneke nû ya bi navê “Zabêl Ez Ermenî Me” li ser trajediya ku hatiye serê miletê Ermenan nivîsand.

Romana “Zabêl Ez Ermenî Me”, romana duyemîn a nivîskar Ezîz Xemcivîn e û ji aliyê Weşanxaneya Sîtavê ve hatiye çapkirin. Kevala bergê pirtûkê jî ji aliyê şêwekar Luqman Ehmed ve hatiye dîzaynkirin.

Nivîskar Ezîz Xemcivîn derbarê vê berhema xwe ya nû de ji K24ê re got: “Naveroka romanê li ser jiyana kesayetiyeka Ermenî ye, ew kesê ku bi navê Serkîsê Kêvo ye ku di salên fermanê de 9-10 salî bû. Ji ber ku ferman li miletê wî rabûye, xwe li cihekî veşartibû, zilamekî Kurd ewî dibîne, li ser hespê xwe bi berbangê re direvîne tako ewî bigehîne sînorekî, lê bi mixabinî ve dikevin dehfika dijminan. Ew mêrê Kurd tête kuştin û ji Serkîs re dibêje bireve û xwe bigihîne qeflekê xwe rizgar bike.”

Herwiha dibêje: “Roman trajediya ku hatiye serê miletê Ermenî û ew bûyerên ku çêbûne dinimîne. Serkîsê Kêvo yek ji du milyonek Ermenî perîşan, derbider, kuştî û windayî ku li jêr stema dewleta Osmanî û çeteyên wê derd kêşandiye, an yên ko tune bûne û nemane.”

Nivîskar Ezîz Xemcivîn diyar kir jî, “Di Romana Zabêl Ez Ermenî Me de, bi dehan çîrok û serpêhatiyên balkêş hene. Bûyerên romanê jî ji gelek herêmên curbicur hatine hûnandin.”

Derbarê nivîsandina vê romana xwe de Ezîz Xemcivîn destnîşan kir: “Ev sê sal in ez kar li ser vê romanê dikim. Nivîsandina romana belgehî, ji karên din zehmettir e, anku nivîsandina biografiya ne wek ku tu tiştekî ji hizra xwe binivîsînî ye, ji ber ku bûyerên hene bi dîrokê ve girêdayî ye û hûrbînî gelek jê re divê, bi taybet naverok û dîroka bûyerên romanê vedigere sala 1915an û bi şûn de, dema ku fermana Emeniyan hatiye dayîn û pêwîstî bi gelek jêderan jî heye.”

Ezîz Xemcivîn li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê jidayik bûye. Sala 1982an dest bi nivîsandina helbestê kiriye, heta niha gelek berhemên wî wêjeyî di warê helbest, alfebêya Kurdî û lêkolînê de hene. Herwiha sala 2019an jî romana xwe ya yekem Zêro çap kiribû.