Demên dengdanê li Bakurê Kurdistanê hatin aşkerekirin

Arşîv
Arşîv

Diyarbekir (K24) – Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ya Tirkiyeyê demên dengdanê yên li bajarên Bakurê Kurdistanê eşkere kirin.

Li gorî biryara YSK'ê ya di Rojnameya Fermî de hatî weşandin, di hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê de li 81 parêzgehan tên lidarxistin saetên dengdanê hatin diyarkirin:

Li Semsûr, Agirî, Artvîn, Çewlig, Bedlîs, Diyarbekir, Xarpet, Erzincan, Erzirom, Dîlok, Gîresûn, Gumuşhane, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Ordu, Rize, Sêrt, Sêwas, Trabzon, Dersim, Riha, Wan, Bayburt, Êlih, Şirnex, Erdexan, Îdir û Kilîsê ve di navbera demjimêr 07:00 - 16.00an de deng bên dayîn.

Herwiha li gorî biyara YSKê, li 49 parêzgehan din ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, proseya dengdanê ji demjimêr 08.00 heya 17.00 hatiye diyarkirin.

Sibe 31ê Adarê hilbijartinên şarederiyan tên kirin û zêdetir ji 61 milyon derngdêr dê biçin ser 208 hezar sindoqan. Li Diyarbekirê jî milyonek û 147 hezar û 14 dengdar dê li 3 hezar û 685 sindoqan dengên xwe bidin.