Nişîngeha Hewlêrê: Sedemên nedana vîzeyê ji bo welatiyên Sûriyeyê aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêvebirê Nişîngeha Hewlêrê da zanîn, bi mebesta peydakirina derfetên kar bo welatiyên Kurdistanê, dayîna vîzeyê ji bo welatiyên Sûriyeyê hatiye rawestandin.

Rêvebirê Nişîngeha Hewlêrê Şêx Kamil Mihemed îro 30î Adarê ji K24ê re ragihand, ti pêwendiya Herêma Kurdistanê li ser dayîna vîzeyê bi hikûmeta Iraqê re nîne. Hikûmeta Iraqê ji zû de vîzeyê nade Sûriyan.

Diyar kir jî: “Niha li Herêma Kurdistanê, me dayîna vîze û destûra rûniştinê ji bo wan kesên ku ji bo kar hatine Herêma Kurdistanê rawestandiye, ji bo ku derfeta kar ji bo welatiyên Kurdistanê zêde bibe, tenê ew vîzeyê didin welatî û malbatên Sûrî yên ji bo geştê û serdana malbatên xwe tên, didin.”

Rêvebirê Nişîngeha Hewlêrê got jî: “Vîza tenê ji bo kesên ku bi rêya sîstema vîzeya Wezareta Navxwe, sponser û kompanyayan ji Sûriyeyê bi malbatên xwe re tên Herêma Kurdistanê tê dayîn. Ji ber ku rewşa aborî li Sûriyeyê bi temamî têk çûye, ev jî bûye sedem ku welatiyên Sûrî ji bo peydakirina kar bên Herêma Kurdistanê û carna jî ji Herêma Kurdistanê derbasî bajarên din ên Iraqê dibin, ji ber wê jî Kurdistanê vîze ji bo wan kesên ku salt in rawestandiye.”