Hîvda Koç strana “Şîrîna Min” weşand

Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermenda Kurd a ji Bakurê Kurdistanê Hîvda Koç strana “Şîrîna Min” bi stilek nû weşand.

Hunermend Hîvda Koç ji Bazîda Bakurê Kurdistanê ye, ji biçûkiya xwe ve bi malbata xwe re koçî Stenbolê kiriye. Herweha ji biçûkiya xwe ve ber bi cîhana muzîkê xwe çû ye.

Hîvda Koç xwendina xwe di warê avahîsaziyê de kiriye. Albuma wê ya yekem bi navê “Siya Spî” sala 2022 hate weşandin.

Hîvda Koç, li ser strana nû xwe ya nû, taybet ji Kurdistan24 re ragihand: “Helbest û muzîka “Şîrîna Min” a rehmetî Hozan Şiyar Farqînî ye. Aranjoriya wê hunermendê hêja Harun Elkî danî. Xebata me derdora 3 mehan ajot. Bi stilek nû me xwest, vê berhema xweş carek din bigihînin hunerhezanan. Armanca min parastin û pêşxistina dewlemendiya me ya çandî ye.”