Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li her du Partiyên Komunîst ên Kurdistanê û Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li salvegera damezrandina Partiyên Komunîst ên Kurdistan û Iraqê kir û got: “Ez hêvî dikim ku ew di têkoşîna xwe ya bênavber de berdewam bin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 31ê Adara 2024an, bi peyamekê pirozbahî li salvegera damezrandina her du Partiyên Komunîst ên Kurdistan û Iraqê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi boneya 90 saliya damezrandina Partiya Komunîst a Kurdistanê û Partiya Komonîst a Iraqê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Sekreter, Komîteya Navendî û hemû endam û alîgirên Partiyên Komonîst ên Kurdistan û Iraqê dikim.”

Herwiha Serokwezîr got: “Hêviya serkeftinê ji bo her du partiyan dixwazim û hêvîdar im ku ew têkoşîna xwe ya bênavber ji bo bihêzkirina prensîpên azadî û demokrasiyê li Iraqê û piştgiriya mafên gelê Kurdistanê berdewam bikin.”