Hevserokê DEM Partiyê bang li welatiyan dike ku dengê xwe bidin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan li Enqereyê dengê xwe da.

Tuncer Bakirhan Piştî dengdanê li ser tora civakî “X” nivîsî: “Ez kêfxweş bûm ku min dengê xwe da Gultan Kişanak a ku yek ji jinên herî zana û bi israr a cîhanê ye. Ozturk Turkdogan jiyana xwe ji bo têkoşîna mafên mirovan terxan kir.”

Herwiha Bakirhan bang li welatiyan kir ku dengê xwe bidin û got: “Ez hemû gelê xwe vedixwînim dengdanê, û tevî hemû bêhiqûqiyan jî biçin ser sindoqan û bi xurtî jî wan biparêzin.”

Hevserokê DEM Partiyê amaje bi wê yekê da ku hêzên ewlehiyê ji bajarên cuda veguhastine bajarên Kurdan û ew vê yekê dişopînin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro Yekşemê (31.03.2024) hilbijartinên şaredariyan dest pê kir. Di vê hilbijartinê de welatiyên Bakurê Kurdistanê û aliyên siyasî dixwazin dawiyê li biryara qeyûman bînin ku di 5 salên derbasbûyî de bû sedema dûrxistina piraniya şaredarên Kurd ji postên wan û bi biryara dadgehê qeyûm li şûna wan hatin danîn.