Helmeta çandina şitilan û jîngehparêziyê li Hewlêrê bi rê ve diçe

Helmeta çandina şitilan û jîngehparêziyê li Hewlêrê
Helmeta çandina şitilan û jîngehparêziyê li Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi merema zêdetir giringîdana bi warê jîngehparêziyê li tevaya navendên girêdayî Wezareta Perwerdeyê yên hikûmî û nehikûmî, helmeteke çandina şitilan û jîngehparêziyê li Hewlêrê bi rê ve diçe.

Bi merema zêdetir giringîdana bi warê jîngehparêziyê li tevaya navendên girêdayî Wezareta Perwerdeyê yên hikûmî û nehikûmî, îro (Yekşem, 31.03.2024) helmeteke çandina şitilan û jîngehparêziyê li Hewlêrê bi rê ve diçe.

Çira Bêston ku yek ji xwendekaran e ji K24ê re ragehand, “Divê berdewam şitil bên çandin ji bo ku seqayê jîngehê pakij bibe, tevî wê jî divê em zêdegaviyê di bikaranîna avê de nekin, herwesa divê em zêdetir haydariyên jîngehparêziyê jî belav bikin ji bo ku welatî jî pabendî parastina pakijiya jîngehê bibin”.

Ev sala sêyê ye ku ev bîranîn tê kirin û bi wê rêyê zarok fêrî evîn û nasîna jîngehê hatine kirin, biryar e ji niha û pê de jî jîngeh bibe pareka piroseya xwandinê û zêdetir dem jê re bê terxankirin.

Ew çalakî ji çandina şitilan û helmeta pakijkirinê pêk tên, di vê rojê de du ders ji bo vê çalakiyê tên terxankirin, herwesa perwerdeya jîngehî ji bo bihêzkirina haydarî û têgehiştin û pêzanîna jîngehê û arêşeyên wê gelek giring e, ku wesa dike xwendekar û mamosta pêngavên berpirsyarane biavêjin.

Lazan Yehya ku yek ji mamostayan e ji K24ê re got, “Em her sal li roja 31ê Adarê bi xweşiktirîn awa vê bîranînê bi çend çalakiyan dikin, ya herî diyar jî çandina şitilan e ji bo ku evîna jîngehê zêdetir di nav dil û derûnên xwendekaran de binecih bibe”.