Encamên destpêkê.. Dem Partî li 10 parêzgehan û CHP li Enqere û Stenbolê li pêşiyê ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî rakirina qedexeya ragehandina encamên hilbijartinên şaredariyên Tirkiyeyê ji aliyê Komisyona Hilbijartinan a wî welatî ve, medyayên Tirkiyeyê encamên destpêkê belav kirine ku li şaredariyên mezin ên Enqere, Stenbol û Izmîrê kandîdên CHPyê li pêşiyê ne û li 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê jî Dem Partî ya yekê ye.

Piştî bidawîhatina piroseya dengdanê li hilbijartinên şaredariyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê seet 17:00 ê îro (Yekşem, 31.03.2024), piroseya vavartina dengan hat destpêkirin.

Medyayên Tirkiyeyê belav kiriye ku, heta seet 19:45 rêjeya 16% ya dengan hatiye vavartin û ew pierose li tevaya parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê berdewam e.

Li dû encamên destpêkê, di wê rêjeya vavartina dengan de, Kandîdê CHPyê Ekrem Imamoglo li şaredariya Stenbolê li pêşî kandîdê AK Partiyê Murat Kurum tê, li Enqereyê jî kandîdê CHPyê Mansur Yavaş li pêşî kandîdê AK Partiyê Turgut Altinok tê, herwesa li Izmîrê jî kandîdê CHPyê Cemîl Tugay li pêşî kandîdê AK Partiyê Hamza Dag tê.

Kandîdên Dem Partiyê jî li parêzgehên Diyarbekir, Mêrdîn, Wan, Hekarî, Agirî, Sêrt, Şirnax, Mûş û Dêrsimê piraniya dengan bi dest xistine.

Îro (Yekşem, 31.03.2024) li 32 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dengdanê seet 07:00 û li parêzgehên din jî seet 08.00 dest pê kir û xelk çûn ser sindoqan.

61 milyon û 441 hezar û 882 welatiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê mafê dengdanê di hilbijartinan de heye, di nav wan de milyonek û 32 hezar û 610 kesan ji bo cara yekê dengê xwe daye.

34 partiyên siyasî dikevin hilbijartinan û li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û ji bo ewlehiya hilbijaritnan, 594 hezar hêzên ewlehiyê, leşker û cerdevan hatine erkdarkirin.

Di vê hilbijartinê de welatiyên Bakurê Kurdistanê û aliyên siyasî dixwazin dawiyê li biryara qeyûman bînin ku di 5 salên derbasbûyî de bû sedema dûrxistina piraniya şaredarên Kurd ji postên wan û bi biryara dadgehê qeyûm li şûna wan hatibûn danîn.

1,397 şaredarî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hene:

30 şaredariyên bajarên mezin

51 şaredariyên bajaran

922 şaredariyên bajarokan

394 şaredariyên şaredeyan (nahiyeyan)

Herwiha 50,516 muxtarên gund û taxan jî tên hilbijartin