Encamên destpêkê: CHP li Tirkiyeyê û DEM Partî li 10 bajarên Bakurê Kurdistanê li pêş in
Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî encamên destpêkê yên cudakirina %99.8 dengên parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, CHP %37.74 ê dengan û 14 şaredariyan bidest xistine û di rêza yekemîn de ye.
Duhî 31-03-2024an danê sibê hilbijartinên şaredariyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest pê kirin. Heta niha ji %99.8 ê dengan hatine cudakirin û li gorî encamên destpêkê, CHP bi %37,74 dengan li pêş e.
CHPê ji 30 şaredariyên mezin ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 14 şaredariyên mezin bi dest xistin û bi 2 şaredariyan li pêş AK Partiyê. Hem li Enqere hem jî li Stenbolê namzetên CHP’ê di hilbijartinan de bi ser ketin û Serokatiya Şaredariyan misoger kirine.
Ji bo partiyên kurdî; DEM Partî li 10 bajarên Bakurê Kurdistanê li pêş e; Bajar jî ev in: Îdir, Diyarbekir, Wan, Sêrt, Mêrdîn, Dêrsim, Elîh, Mûş, Colemêrg û Agirî.
ENCAMÊN CUDAKIRINA %99.8 ê DENGAN
CHP:
14 bajarên mezin
21 bajar
337 bajarok
48 nahiye
AK Partî:
12 bajarên mezin
12 bajar
356 bajarok
125 nahiye
DEM PARTÎ:
3 bajarên mezin
7 bajar
65 bajarok
7 nahiye
MHP:
0 bajarên mezin
8 bajar
122 bajarok
54 nahiye
YENÎDEN REFAH:
1 bajarê mezin
1 bajar
39 bajarok
19 nahiye
PARTIYA ÎYÎ
1 bajar
DENGÊN NAMZETAN LI HIN ŞAREDARIYAN:
Enqere:
Namzedê CHPê Mansur Yevaş: %60.35
Namzetê AK Partiyê Turgut Altnok: %31.69
Stenbol:
Namzedê CHPê Akram Îmamoglu: %51.09
Namzetê AK Partiyê Murat Kurum: %39.60
Antalya:
Namzetê CHPê Muhittin Bocak: %48.64
Namzetê AK Partiyê Hakan Tutuncu: %40,02
Diyarbekir:
Namzedê DEM Partiyê Serra Bûcak: %64,07
Namzedê AK Partiyê Hallis Bilden: %16,85
Dîlok:
Namzeta AK Partiyê Fatma Şahîn: %38,82
Namzedê CHPê Muzaffer Erturk: %28,11
Îzmîr:
Namzedê CHPê Cemîl Tugay: %48,80
Namzetê AK Partiyê Hamza Dag: %37,07
Mêrdîn:
Namzetê DEM Partiyê Ehmed Turk: %57,40
Namzedê AK Partiyê Abdullah Erîn: %27,78
Wan:
Namzedê DEM Partiyê Abdullah Zeydan: %55,48
Namzetê AK Partiyê Abdulahad: %27.15