Ji destpêka îsal ve Israîlê zêdetirî 30 caran êrîşî bingehên Îranê li Sûriyeyê kiriye

Dîmenekê piştî êrîşa Israîlê ya li ser bingeheka Îranê li Sûriyeyê
Dîmenekê piştî êrîşa Israîlê ya li ser bingeheka Îranê li Sûriyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) - Israîl careka dî bingehên Îranê li Sûriyeyê dike armanc û di encamê de heşt fermande û endamên artêşa Pasdaran û milîşyayan dikuje. Ji destpêka îsal ve Israîlê zêdetirî 30 caran bingehên Îranê li Sûriyeyê bombebaran kirine

Hêzên asmanî yên Israîlê duhî (Duşem, 01ê Nîsana 2024ê) careka dî êrîş kir ser bingehên Îranê li Sûriyeyê. Medyaya Fermî ya Îranê ragehand, “Di verêja wê êrîşê de ya ku ji aliyê Israîlê ve hatiye kirin, heşt kes li Balyozxaneya Îranê li Dîmeşqê hatine kuştin”.

Medyaya Fermî ya Îranê eşkere jî kir, Fermandeyê Artêşa Qudsê ya girêdayî artêşa Pasdaran li Libnan û Sûriyeyê û Cîgirê Odeya Operasiyonan li nav Artêşa Pasdaran û sê şêwirmendên serbazî û sê diplomatkarên Îranê di wê êrîşê de hatine kuştin.

Balyozê Îranê li Dîmeşqê Hisên Ekberî jî wekî rengvedan ragehand, “Ew êrîşa Israîlê belge ye ku Israîl itîrafê bi rewatiya qanûnên navdewletî nake”.

Ji aliyekê dî ve Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Feysel Mîqdad serdana cihê wê teqînê kir û got ku, ev êrîşên dijminkarane bandorê li ser peywendiyên navbera welatê wî û Îranê nakin.

Di eynî demê de çend ajansên nûçeyan ji çend çavkaniyên Îranî eşkere kiriye ku, avahiyê Balyozxaneya Îranê li Dêmeşqê û mala Balyozê Îranê ji aliyê Israîlê ve hatine armanckirin.

Ji bilî vê êrîşê, ji destpêka sala 2024ê ve Israîlê 30 êrîş kirine ser axa Sûriyeyê. 22 ji wan êrîşan asmanî û 8 ji wan jî bombebaranên ser bejahiyê bûn. Wan êrîşan 59 armancên cuda cuda yên artêşa Îranê û milîşyayên nêzî wê hingavtine, ku hejmareka wan armancan embarên çeq û teqemeniyan bûn.

Herwesa ji ber wan êrîşan 123 çekdar hatine kuştin û 47 jî hatine birîndarkirin, ku kuştî endamên artêşa Pasdaran, çekdarên Hizbulaha Libnanî, çekdarên milîşyayên Îraqê, çekdarên milîşyayên Sûriyeyê, serbazên Rijêma Sûriyeyê bûn, herwesa ew êrîş li Dîmeşq, Dera, Himis, Quneytere, Tertûs, Dêrazor û Helebê hatine kirin.