Serok Barzanî: PDK damezrênera rewatî û hilbijartinê li Kurdistanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro 2ê Nîsana 2024an pêşwazî li Konsulê Giştî yê Holanda Jako Berinds û Konsulê Giştî yê Almanyayê li Hewlêrê Klaus Streicher kir.

Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di civînê de behsa hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê û helwest û têbîniyên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) derbarê hilbijartinan de hatiye kirin. Herwiha amaje bi girîngiya lidarxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê kirin. Her du konsulên Holenda û Almanyayê piştevaniya welatên xwe ji bo lidarxistina hilbijartinên dadperwerane ragihand bi awayekî ku nûneratiya rûyê demokrasiya Herêma Kurdistanê bike, ew jî bi alîkariya aliyên peywendîdar ên navçeyê bo derbaskirina qeyrana siyasî.

Serok Barzanî rola Holanda û Almanyayê di piştevanîkirina doza gelê Kurdistanê de bilind nirxand. Herwiha Serok Barzanî tekezî li wê kir ku “Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) damezrênerê rewatî û hilbijartinan e Kurdistanê û di heyama 2 salên borî de PDKê hemû hewlên xwe dane ku hilbijartin di dema xwe de bên lidarxistin.”

Serok Barzanî got jî: “Bi aşkere serî li destên derve û Dadgeha Federalî hatiye dane, da ku pirsgirêkan ji bo hilbijartineke dadperwerane û şefaf dirust bikin. Pêbarkirina pêkhateyên neteweyî û olî ji hilbijartinan, dûrxistina zêdetirî 400 hezar dengdêr ji dengdanê ye, ji bilî wê jî sepandina rê û rêbaz û mekanîzmayên nedirust di birêveçûna hilbijartinan de, wiha dike ku hilbijartin dengê rast ê gelê Kurdistanê nîşan neda.”

Di beşeke din a vê hevdîtinê de, Serok Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê piştgîriya lidarxistina helbijartinên azad û dadperwerane dike, bê destêwerdan û dariştina pêşwext. Herwiha bi pêwîstî zanî ku ew hemû kêmûkurtiyên teknîkî û binpêkirinên destûrî, dosyaya hilbijartinan bêne çareserkirin, da ku ev prose nûneratiya îrade û dengê rast ê gelê Kurdistanê bike, bi awayekî ku xizmeta demokrasî û rewatiya saziyên Herêmê bike.