Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Nûnera Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê kir û tekezî li ser giringiya rola civaka navdewletî di çavdêrîkirina proseya hilbijartinan de kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 2ê Nîsana 2024an pêşwazî li Nûnera Taybetî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert kir.

Mijara sereke ya hevdîtinê, girîngiya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bû. Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bilî tekezîkirina li piştevaniya xwe ji bo hilbijartinan, amaje bi wê kir ku pêwîst e hilbijartin di rewşeke asayî û yasayî de û dûrî binpêkirinên destûrî, destêwerdan û dizaynkirina pêşwext were kirin û rêz li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û mafên pêkhateyên neteweyî û olî yên Kurdistanê bê girtin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha tekezî li ser rola civaka navdewletî di çavdêriya proseya hilbijartinan de kir, ji bo bi awayekî pak û dadperwerane birêve biçe.

Di hevdîtinê de her du alî hevnêrîn bûn li ser nehîştina kêşe û astengiyên li pêşiya hilbijartinan û gihiştina aliyan bi çareseriyekê ji bo parastina proseya demokratîk û aramiya Herêma Kurdistanê.