DEM Partî li Diyarbekirê: Em tu carî li hember desteserkirina vîna gel bêdeng namînin

Diyarbekir (K24) – Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (Dem Partî) li Diyarbekirê bertek nîşanî biryara li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê da. Di daxuyaniya ku rêveber û parlamenterên Dem Partiyê axivîn de bertekên tund hatin nîşandan û hat diyarkirin ku ew ê tu carî li hember desteserkirina vîna gel bêdeng nemînin.

Heserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û hevserokên şaredariyên 13 navçeyên Diyarbekirê, ligel parlamenter û rêveberên Dem Partiyê çûn Lijneya Hilbijartinê ya Diyarbekirê da ku serlêdana girtina mazbatayên (belgeya erkdarkirina) xwe bikin. Piştî hevdîtinên ku li avahiya lijneyê hat kirin, ligel girseyeke qelebalix a welatiyan, li ber avahiyê daxuyanî hat dayîn.

Hevserokê Dem Partiyê yê Diyarbekirê Abbas Şahîn, daxuyaniyek da û got ku helwesta ku li dijî Abddullah Zeydan ê ku namzedê Dem Partiyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bû, nayê qebûlkirin. Her wiha bi gotin û bertekên tund bang li rayedarên hikûmetê hat kirin ku bila nefikirin ku dest deynin ser vîna gel û diyar kir ku ew ê vê carê bêdeng nemînin.

Piştî Abbas Şahîn, Parlamenterê Dem Partiyê yê Diyarbekirê Serhat Eren axivî û wî jî li ser heman mijarê bertekên tund nîşan da. Serhat Eren di daxuyaniyê de bal kişand ser helwesta demildest a qada hiqûmetê û wî jî bang kir ku ji bo vîna gel rêzdar bin.

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ya DEM Partiyê Serra Bucak jî li ser rewşa Wanê axivî û wê jî bertek nîşan da ku ew li pişta vîn û gelê Wanê ne û piştre got ku nûçeyên ku mazbatayên şaredariya bajarê Mezin a Diyarbekirê ne rast in û piştî pêvajoyên îtîrazê bi dawî bûn, ew ê bi tilîliyan mazbatayên xwe bistînin û bi gelê xwe re pîrozbahiyê bikin.