Li Stenbolê agir bi avahiyekê ket: 29 kesan canê xwe jidest dan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Stenbolê di jêrzemîna avahiyeke niştecihbûnê de şewat derket, heta niha 29 kesan canê xwe jidest dane û 3 kes jî birîndar bûn.

Medyaya Tirkiyê îro 2ê Nîsanê ragihand, agir bi jêrzemîna avahiyeke niştecihbûnê ya Stenbolê ketiye, heta niha 29 kesan canê xwe jidest dane û 3 kes jî bi giranî birîndar bûn.

Amaje bi wê hate kirin ku cihê ku agir pê ketiye, yaneyeke şevê ye û di dema nûjenkirina wê de agir pêketiye.

Ji aliyê din ve peyamnêrê K24ê li Stenbolê da zanîn, piraniya kesên di bûyera şewatê de mirine karker in.

Got jî, sedema şewatê hîn ne diyar e, lê tê bawer kirin ku ew ji ber madeyekê bû ku serma û germê ji hev vediqetîne, derketiye.

Amaje bi wê jî kir, Şaredariya Stenbolê di wê baweriyê de ye ku di dayîna moleta nûjenkirina avahiyê de gendelî heye, ku bûye sedema karesatê.

Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu serdana cihê bûyerê kir û da zanîn, agir hatiye kontrolkirin û ji malbatên qurbaniyan re sersaxî xwest.